Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş beriya civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya BDP’ê civînek çapemeniyê pêk anî. Demîrtaş da zanîn ku hukûmeta AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwe nêzîkê muzakere û diyalogan nake û ji aşitiyê ditirse. Demîrtaş got: “Divê mirov ji aşitiyê netirse, nebizde. Aşitî ne tiştek bizdîner e. Banga aşitiyê çima ev qas AKP’ê dibizdîne?”
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş tevî Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan civînek çapemeniyê li navenda BDP’ya Peyasa Amedê li dar xist û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Demîrtaş, operasyon şermezar kir û wiha got: "Duh li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê li dijî partiya me operasyon pêk hat û tevî şaredar, rêveberen partiya me û nûnerên saizyên sivîl ên civakî jî heye 88 hevalên me hatin binçavkirin."
Demîrtaş xwest ku AKP ji aştiyê netirse û wiha got: "Ev bi mudaxeleya AKP'ê ya li dijî darazê pêk hat. Em vê helwesta AKP'ê şermezar dikin. Gelê me dê hesabê vê yekê bi giranî ji AKP'ê bipirse. Em baş dizanin ku çawa xemla KCK'ê dide û van operasyonan dimeşîne. AKP bi vê yekê sûcê makeqanûnê dike. Çawa derbekarên Ernenekonê hatin darizandin, niha ew jî dê bên darizandin. Em baş dazanîn ku ferman ji aliyê kê ve hatine dayîn. Çawa ev kesên ji doza Ergenekonê tên darizandin, çawa berê der barê darbeyê de biryar didan, niha rêveberên AKP, dozger, MÎT medya jî niha tev li van civînên dizî dibin. Girtekên van civînan jî dê aşkere bibin. Rayedarên asta jor ku di navde MÎT, dozger û Midûriyetên polîsan jî hene dê yek bi yek bên darizandin. Em baş dizanin ku ev operasyonên bi navê KCK'ê di civînên dizî de tên girtin. Dê rojek bê hikumdariya Erdogan bi dawî bibe. Wê rojê em dê li ser piyan bin. Gelê me dê liser piyân bin. Gelê me dê hesabê vê yekê bidin."
'GELÊ ME DÊ LI DIJÎ VAN OPERASYONAN KOLAN BI KOLAN, TAX BI TAX XWE BI RÊXISTIN BIKIN'
Demîrtaş, anî ziman ku ev operasyona şikandina BDP'ê ye û wiha got: "BDP dê li hemberî van operasyonan bi rêxistinbûnê bersîv bide. Dê li hemberî van operasyonan li kolan, tax û gundan xwe bi rêxistin bike û her endamekî xwe bike rêveberek. Ez li vir bang li hemû dost, dilxwaz û rêveberên BDP'ê dikim. Ez dixwazim her kes di nava BDP'ê de cih bigirin û peyvirê bigirin. Em bawer dikin ku bi milyonan mirovên me di nava BDP'ê de cih bigirin. Divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan. Em bawar dikin ku tu hevalên me yên hatin binçavkirin û girtin bi van zext û zordariyan gavên bi paşve neavêtin. Selîm Sadak li gel ku rastî gelek zext û zordariyan hat û heha niha 5 caran hate binçavkirin dîsa kêmasî nexist nava xebatên xwe.
'AKP LI BAJARÊN KU ÇAV BERDAYE ŞAREDARIYAN OPERASYONÊ PÊK TÎNE'
Demîraş, anî ziman ku ji ber AKP xizmeta BDP'ê tehemûl nake û çav berdaye şaredariyan operasyonan zêde dike û wiha berdewam kir. "Rayedarên AKP'ê di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew şaredariyên Wan, Sêrt, Êlih û Mêrdînê dixwazin. Ji ber vê yeke herî zêde li van bajaran operasyonan pêk tîne û dixwaze rêxistinên BDP'ê li van bajaran bê hêz bihêle. Bi taybetî operasyonên KCK'ê li van bajaran pêk tê. Lê aşkere ye ku AKP bi van operasyonan bi ser nakeve. Her tim ferman dide dozgeran û dozger di fermana AKP'ê de ye. Ev operasyon hemû operasyonên perçekirina BDP'ê ye. Bi taybetî beriya hilbijartinê pêk tîne û dixwaze di hilbijartinan de bi ser bikeve. Lê gelê kurd biryar daye ku dê AKP'ê li ser vê axê paqij bike û wan di sindoqê de veşêre."
Demîrtaş, ragihand ku heta niha gelek operasyonên bi vî rengî li dijî gel û BDP'ê pêk hatin, lê tu carî bi van êrîş û operasyonan gav nedan paş û dê wekî çeteyên Ergenekonê kesên ku li hemberî wan operasyonên KCK'ê pêk tînin jî wekî Ergenekonê bên darizandin û cezakirin. Demîrtaş, da zannîn ku gelê kurd heta niha hemû operasyon vala derxistin û dê ji niha û şûnde jî van operasyonan vala derxe.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ RÊYA DIYALOG Û MUZAKEREYAN VEKIR
Demîrtaş, li ser encama greva birçîbûnê jî diyar kir ku greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku di 12'ê Îlonê de ji bo azaiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê zimanê kurdî dabûn destpêkirin û li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 68'an de dawî li çalakiyê anî serkeftinek mezin bi dest xist û wiha got:
"Grevên birçîbûnê rê li pêşiya diyalog û muzakereyan vekir. Rê li pêşiya aştiyê vekir. Lê kesên di nava AKP'ê de cih digirin û aştî, çareseriyê naxwazin û her tim di şer de israr dikin van operasyonên li hemberî BDP'ê pêk tînin. Bi taybetî Serokwezîr dixwaze li Tirkiyeyê bibe yek mirov û dixwaze rê li pêşiya diyalog û muzakereyan bigire. Armanca greva birçîbûnê diyalog û muzakere bûn. lê Serokwezîr Erdogan vê yekê naxwaze û niha niqaşên destnedayîna BDP'ê dan destpêkirin. Operasyonên siyasî û leşekrî dan destpêkirin. Êrîşî cenazeyan kir. Ev yek dide xuyakirin ku AKP û Erdogan naxwaze bi muzakere û diyalogê pirsgirêk çareser bibe. Deriyê diyalog û çareseriyê hatin vekirin. Lê serokwezîr û AKP vê yekê naxwaze. Divê cemaweriya Tirkiyeyê vê yekê baş bibîne. Divê dayik û bavê polîs û leşkerên ku di şer de jiyana xwe ji dest didin bibîne û bertekên xwe li hemberi vê yekê bîne ziman."
NIQAŞÊN DESTNEDAYÎNÊ JI BO RAGEŞIYÊ YE
Demîrtaş, diyar kir ku niqaşên destnedayîna parlementeran ji aliyê AKP'e ve ji bo rageşî û aloziyan e û wiha berdewam kir: "Bila destnedayîna hemû parlementeran rake. Em vê yekê qebûl dikin. Ger ku Serokwezir ji dil û durust e, bila destnedayîna hemû parlementeran rabe. Lê ger ku ya hin parlementeran rabe û ya hin parlementaran ranebe, wê demê em vê yekê qekûl hakin. Ev dijminandiya siyasî ye. Ev fêlbazî ye. Ev êrîşa li dijî BDP'ê û muzakereyan e."
'HEVDÎTIN TUNE TECRÎD HEYE'
Demîrtaş, li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tê meşandin û wiha axivî: "Ev gotegotên li ser hevdîtina li Îmraliyê ne rast in. Li wir hevdîtin tune tecrîd heye. Parêzer hêj nikarin biçin Îmraliyê. Divê parêzer biçin Îmraliyê u diyalog u muzakere bi Ýmraliyê re bên destpêkirin. Ger ku ne wisa be çareserî pêk nayên. Divê ji aştiyê netirsin. AKP çima ji aştiyê ditirsin. Me jî serlêdan kir, lê serlêdana me jî hat redkirin. Li wir tecrid heye."
AXAFTINÊN LI BRUKSELÊ HATIN BEROVAJÎKIRIN
Demîrtaş diyar kir ku axaftinên wî yên di konferansa Kurd a li Brukselê pêk hat de hatin berovajîkirin û ji ber vê yekê çapemeniya Tirk rexne kir. Demîrtaş got: “Li wir Birêz Zubeyir Aydar bi fermî got ku ew ji muzakereyan re amade ne. Ev pêşketineke girîng bû. Lê çapemeniya Tirk tiştek ewqas girîng ji nedîtî ve hat. Wisa nîşan dan ku gelê Kurd şer dixwaze, ez nûçegihaniyeke bi vî awayî rast nabînim.” Demîrtaş aşkere kir ku wan weke BDP’ê di konferansê de daye diyarkirin ku ew amade ne destekê bidin.
AKP ÇIMA EVQAS JI AŞITIYÊ DIBIZDE?
Demîrtaş da zanîn ku hukûmeta AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwe nêzîkê muzakere û diyalogan nake û ji aşitiyê ditirse. Demîrtaş got: “Divê mirov ji aşitiyê netirse, nebizde. Aşitî ne tiştek bizdîner e. Banga aşitiyê çima ev qas AKP’ê dibizdîne?”
DIVÊ DAWUTOGLU BI BI PYD'Ê RE HEVDITIN BIKE
Demîrtaş, polîtîkayên Tirkiye yên li hemberî Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê jî rexne kir û wiha got: "AKP dixaze patiyên kurdan û kurdan bîne hemberî hev. Lê êdî partiyên kurdan nayên van lîstikan. Divê Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu bi Serokê PYD'ê re jî hevdîtin bike û nêrîn û pêşniyarên wan jî li ber çavan bigire."