Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî çalakiya protestoyî ya li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Yenîşehîrê bû.
Demîrtaş li vir axivî û li ber operasyonên qirkirina siyasî rabû. Hevserokê HDP'ê bibîr xist, ku bi Sûrê er şaredariya pir zimanî û pir bawerî dest pê kiriye û desthilatdariyê jî desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûm, li Sûrê daye destpêkirin. Demîrtaş bilêv kir ku desthilatdariya AKP'ê hemû derfetên dewletê ji bo xwe seferber dike û got: "Me bi 2 şaredariyan dest pê kir û em gihişitin 100 şaredariyan. Ji ber ku me xizmeta gel kir. Tevî derfetên kêm mî me xizmetên zêde kir. Li navçe û bajarên ku Şaredariyên AKP'ê lê hene binêrin û li navçe û bajarên ku şaredariyên DBP'ê heye binêrin. Budçeya ku ji wan re radizîne 10 qat ji ya şaredariyên DBP'ê zêdetir e. Neheqî û nelirêtiyek mezin heye. Banka Bajaran ji sedî 40 pereyên ku xezînê ji Şaredariyan re dişîne, bi hinceta deynê wan ê berê heye desteser dike. Banka Bajaran ji sedî 60 pereyê budçeyê didin şaredariyên me. Eegr ku îdîa dikin û dibêjin pereyên şaredariyê ji PKK'ê re diçin bila lêkolîn bikin û îspat bikin. Ji roja me şaredarî bi dest xistine heta niha yek quriş pereyên şaredariyê neçûye ji PKK'ê re."
'JI QESRÊ, JI ŞAREDARIYÊN STENBOL Û ENQEREYÊ DEST BI LÊPIRSÎNÊ BIKIN'
Demîrtaş destnîşan kir, ku bi pîne û derewan hevşaredaran sûcdar dikin û wiha berdeam kir: "Bila dozger der barê Firat Anli de belgeya ku alîkarî daye PKK'ê deyne holê. Hemû xizmet ji bo gel tê kirin. Eger ku îhlal û nelirêtiyek hebe, wê demê em bi hevre ceza bikin. Eger alîkariya bi Fethullah Gulen re hatibe kirin sûc be, wê demê ji Qesrê û şaredarên Stenbol û Enqereyê dest pê bikin. Şaredariya Stenbolê û Enqereyê hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî Cemaetê kirin. Çima heta niha der barê wan de lêpirsîn nakin. Çima heta niha mufetîş neçûn li wir lêkolîn nekirin. Dema Hevşaredarê me Firat Anli beşdarî merasîmek DÎSKÎ dibe wêneyekî çêkirina rê li ser montaj dikin û dibêjin alîkarî daye PKK'ê."
'LI QESRÊ KES MEXDÛR NEBÛNE, LÊ WELATÎ MEXDÛR BÛNE'
Demîrtaş bal kişand ser sansur û birîna înternetê û wiha berdewam kir: "Bi sedan dozger hatin girtin, li dadgeran îşkence kirin. Welat ketiye çi halî? Em îro van tiştan li vir daxivin, lê medya ku vê daxuyaniyê biweşîne tine ye. Çend roj in înternet tine. Nexweşxane naxebitin. her tişt hatiye rawestandin. Girtiyên nexweş nikarin sûdê bistînin. Dixwazin tirsê bixin dilê mirovan. Lê ev dijberî tirsê hêrsa gel zêdetir dike. Raste li Welat darbe pêk hat. Meclîs bombe kirin. Divê ev kes bên darizandin û cezakirin. Em, lê li şûna ew bên darizandin, dozger, rojnamevan û esnaf tên cezakirin. Yê Qesrê dibêje kes mexdûr nebûne. Raste li Qesrê kesê mexdûr nebûne. Lê welatî mexdûr bûne. Bi sedan qenal hatin girtin, qenal hatin bêdeng kirin. Destûr nadin rastî bê dîtin. Destûr nadin nerazîbûn bên nîşandan. Ji her demê bêtir bêedaletî, bêhiqûqî û neheqî zêdetir e. Êdî Tirkiye xistine wî halî ku gelê Tirkiye kirine dijminê hev. Qeyûm tenê perçeyekî vê polîtîkayê ye. Binêrin piştî qeyûmê çi hat guhertin. Kes ji doza xwe venegeriya." Girsê bê navber axaftina Demîrtaş bi silogana "Em wê bi berxwedanê bi ser bikevin' qut kir
'LI TEVAHIYA WELÊT FAŞÎZM HEYE'
Demîrtaş da xuyakirin, ku ew ê van rojên zordariyê, vê serdema faşîzmê ji rêzê nebînin û got, "Li tevahiya welêt mexdûriyet heye. Li tevahiya welêt faşîzm û zext heye. Lê belê yê ku îro tenê deng jê tê, em in. Em hêviya mirovên li vî welatî zextê dibînin e. Em ê bêdegen nebin. Rêya me diyar e. Rêya aştî, azadî, wekhevî û edaletê ye. Ji ber vê jî em ê bi şev û roj, li nava malan û kargehan bigerin.
'EM Ê LI NAVA MALAN BIGERIN Û RASTIYÊ RAGIHÎNIN'
Demîrtaş destnîşan kir ku ne tenê kurd hemû gelê Tirk mexdûr dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev kesên mafê wan tê binpêkirin û rastî zilmê tên wê li ber xwe bidin. Em dê mal bi mal bigerin û vê zilmê bêjin. Di salên 90'an de jî dema em dixebitîn wê demê jî telefon, înternet û televîzyon dune bûn. Em ê li nava malan bigerin. Em her yek televîzyonek in. Em her yek berpirsiyar in. Endamê meclîsê rêveber, wekîl, li Edene, Îzmir, Agirî, Qeyserî Stenbol, Enqere, li her derê em ê biçim nava gel. Jiyan li kolanan didome. Gel li cem kê be ew ê li ser piyan bimînin. Em ê destê xwe bidin gel û li ser piyan bimînin. Me rojên hîn dijwartir dîtin."
'ERDOGAN BI HILBIJARTINÊ NIKARÎBÛ BI DEST BIXE, NIHA BI ZORÊ DESTESER DIKE'
Demîrtaş axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji ber ku Erdogan bi hilbijartinê Amed bi dest nexist dixwaze bi qeyûmê desteser bike. Lê gel qeyûm nas nake û kes bi qeyûmêre naxibite. Di destê AKP'ê de tenê zor maye. Berê di destê wan de îkna hebû. Lê êdî îkna jî di destê wan de maye. Dixwazin bi tirsê xwe li ser piyan bihêlin. Kesên dixwazin bi zilmê û tirsê xwe li ser piyan bihêlin ev karê dîktatoran e.
Em ê li nava malan bigerin û xwe bigînin her kesî. Gelê me li cem me ye. Em ê bi ser bikevin. Ji bo berhevkirina çopê, em ê bi walîtiyê re hevdîtin bikin û hewl bidin, maşînên hatine desteserkirin bên dayîn ku gelê me mexdûr nebe."