Demîrtaş: Gelê Kurd wê li ber xwe bide
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hişyarî da AKP'ê û got, "Gelekî ji 15 mîlyonan heye, hûn hemûyan 'terorîst' îlan dikin. Eger hûn bi vî rengî tevbigerin, ev gel wê heta dawiyê li ber xwe bide."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hişyarî da AKP'ê û got, "Gelekî ji 15 mîlyonan heye, hûn hemûyan 'terorîst' îlan dikin. Eger hûn bi vî rengî tevbigerin, ev gel wê heta dawiyê li ber xwe bide."
1. Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dewam dike.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li vê derê mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser xeteriya tekperestiyê. Demîrtaş got, "Komara Tirkiyeyê li ser tekperestiyê hat avakirin. Her tişt li ser neteweyekê ava kir, rejîmeke faşîzan ava kir."
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Davûtoglû li Manîsayê radibe dike qareqar û dibêje 'Em yek milet in, kes nikare dest li vê werde'. Tirkên ku bi vê dikevin nava coş û kelecanê, gelo nizanin ev gotin dirûşmeya Hîtler e? Gelo haya wan jê nîne ku ji bo dirûşmeke faşîst li çepikan dixin? Ev yek me naxe nava kelecanê, me ditirsîne. Dibe ku beşek ji civakê bi vê dikeve nava coş û heyecanê, lê belê ev me nagihîne hev. Di têkoşîna xwe ya li hemberî vê ferasetê de divê em bi ti awayî neşibe wê. Armanca bingehîn a kongreya me avakirina civaka demokratîk e. Divê em paradîgmayeke ku hemû cihêrengiyan di hembêza xwe de vehewîne ava bikin."
BERSIV Û BANGA JI BO KILIÇDAROGLÛ
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de ev bersiv da Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû: "Birêz Kiliçdaroglû we bi xwe gotibûn 'YPG rêxistineke ku gelê xwe diparêze ye'. Gelo di nava salekê de YPG an jî PYD'ê kîjan çalakî kir ku hûn wan weke rêxistina terorîst îlan dikin? Em bi pîvanan daxivin. Têkildarî AKP'yiyekî par tevlî merasîma cenazeyê endamekî YPG'ê bûbû Kiliçdaroglû dipirse, 'hûnê destnedana vî parlamenterî jî rakin?' Li şûna ku hûnê li van bipirsin, êrîşên li hemberî cenazeyan, li hemberî darbestan bipirsin. Di bin navê 'ez ê AKP'ê tengav bikim' de eger tu rabe sersaxiya gel bi kar bîne, hingî ev gel wê li rûyê te nenihêre. Em, siyaseta li ser êşê tê meşandin, red dikin. Xwedîderneketina li cenaze bêrûmetî ye, hiştina cenaze li naverastê bêrûmetî ye. Weke mirovekî ez ji vê yekê şerm dikim. Davûtoglû rabe ji te re bêje, 'parlamenterê te jî çû' tu yê wê çaxê çi bike? Gelo ev yek mijara siyasetê ye? Hevgirtina di tekperestiyê de tiştekî bi vî rengî ye. Birêz Kiliçdaroglû wê çaxê werin Cizîrê. Bibîne bê du sed mirov çawa şewitandin, heftê cenaze hînê li morgan e, mirovên bêguneh şewitandin. Eger tu naçe Cizîrê jî qet nebe rabe Davûtoglû rexne bike. Bêyî ku van bike, tu nikare ji me re bêje 'xwe ji terorê vegire'. Hêza herî mezin a destekê dide terorê AKP bi xwe ye. Wê çaxê ji wan bixwaze ku xwe ji terorê vegirin. Te rojekê gotinek bi vî rengî bilêv kir? Na. AKP û CHP li ser bingeha tekperestiyê sond xwarine û li hev dicivin. Ji ber vê yekê bi hêsanî li hev kom dibin.
'ÇI CUDAHIYA WE JI ERDOGAN HEYE!'
Hînê bi tankan li Sûrê didin. Gelo çêdibe ku bajarek bi tankan bê bombekirin? Te rojekê ev ji hikûmetê pirsî? Gelo di kîjan destûra bingehîn de cihê vê heye, di nava erka artêşê de ev heye, di nava erkên Walî de ev yek heye? Li nava bajaran, ev tiştê dewlet li hemberî welatiyên xwe dike, sûc e. Erdogan ji bo Beşar Esad digot; yê bi tank û topan êrîşî gelê xwe dike gelo mirov dikare jê re bêje ku lîderê wî gelî ye? AKP û Erdogan îro vê dikin. Ey Kiliçdaroglû li hemberî vê yekê we tiştek gotin? Na. Wê çaxê, çi cudahî di navbera we û AKP'ê de heye! Eger karê me paqijkirina vê karesata ji ber zîhniyeta tekperestiyê be, wê çaxê divê em neşibin wan. Pêwîste di mijara demokrasiyê de em xwedî sekneke bi pîvan, bi exlaq bin.
Li Cizîrê, li Nisêbînê, li Hezexê li dijî terorê têkoşîn nayê meşandin. Li hemberî gel têkoşîn tê meşandin. Wê demê di pênaseyên me de şaşîtiyek heye. Li holê gelekî ji panzdeh mîlyonî heye, hûn radibin hemûyan weke 'terorîst' îlan dikin. Eger hûn vê bikin; wê çaxê çi ji destê vî gelî were wê bi her awayî li dijî we li ber xwe bide. berxwedana li dijî yên maf, hiqûq, namûs, ax, ziman û ola xelkê ji dest digire, berxwedaneke exlaqî ye. Me destek nedan terorê û şîdetê. Li Enqereyê jî, li Brukselê jî em li dij derketin. Lê me çavên xwe li binpêkirina gelekî jî negirt û em ê negirin. Werin em van mijaran bi hev re çareser bikin Birêz Davûtoglû.
'BERXWEDANA LI DIJÎ ZILMÊ'
Di demên bi vî rengî yên dîrokî de eger kesayetên dîrokî bi wêrekî tevbigerin, hingî wê mirov ji felaketan rizgar bibin. Dema nêz û dîrokê ji vê re şahidî kirine. Weke pêşengên siyasî yên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê divê em li dijî zilmê li ber xwe bidin, rêyên çareseriyê yên bêşer û bêxwîn nîşan bidin. Siyaseteke temaşeker hîn bêhtir bi gel dide windakirin. Ev yek dibe sedem ku hîn bêhtir ciwan jiyana xwe ji dest bidin. Ez bawerim wê KCD bi vê felsefeya kongreyê, bi felsefeya damezrandinê re tevbigere û em jî amade ne ji her alî ve tevkariyê bikin."