Demîrtaş: Colemêrgî bend çawa hildiweşin wê nîşan bidin

Li Colemêrgê bi beşdariya zêdetir 40 hezar kesî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş diyar kir ku wê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de muxalefetek nû li hember partiya desthilatdar derkeve.

Li Colemêrgê bi beşdariya zêdetir 40 hezar kesî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş di Newrozê de axivî û diyar kir ku wê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de muxalefetek nû li hember partiya desthilatdar derkeve û wiha got: “ Em ê bibin hêza rêvebir a Tirkiyeyê. Êdî em dixwazin welatê xwe bi rê ve bibin.”

Li Colemêrgê bi beşdariya zêdetirî 40 hezar kesan Newroz hat pîrozkirin. Di Newroza ku dengê “Ji Ocalan re Azadî” qet kêm nebû de Hevserokê DBP'ê yê Colemêrgê Musa Çîftçî axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê kurd li cihanê bûye mînakek û herkes vê têkoşînê mînak digire û wiha axivî: “Em hêsan nehatin vê astê. Hê jî em berdêlên giran didin. Lê me tu carê dev ji doza xwe berneda.” Çîftçî li ser dirûşma vê Newrozê jî sekinî û destnîşan kir ku ew gelek bi şans in ku Ocalan pêşengê gelê kurd e û wiha dawî axaftina xwe anî: “Divê em li ber serokatiya xwe bibin xelek da ku serokê me di Newrozeke din de di nav me de be.”

Pişte komên muzîkê derketin ser dikê bi deqîqeyan bi dengên xwe coşa deh hezaran derxistin lûtkeyê. Bi hatina Hevserokê Giştî ya HDP’ê Selahattîn Demirtaş ya qadê jî bê navber dirûşmên “Bijî serok Apo" hat berzkirin. Demirtaş di nav coşeke mezin de derket ser dikê û Newroza gelê Colemêrgê pîroz kir.

‘TENÊ BI BÊDENGKIRINA ÇEKAN AŞTÎ NAYÊ’

Demirtaş diyar kir ku Newroz cejna kesên zilmê dibînin û vejîna xwezayê ye û wiha got: “Newroz hêviya me zêdetir kir. Dê ev Newroz bibe sedema riya azadiyê ya gelên li Iraq, Misir, Libya, Îran û Suriyeyê. Ev Newroz dê bibe sedema înşakirina jiyana azad da ku em li welatê xwe bi aweyek azad, nirx û rûmet bijîn. Di Newroza 2013’an de bi bangawaziya Birêz Ocalan lêgerîna pêvajoya aştî û demokrasiyê dest pê kir. Ji wê rojê heya niha di çiyayan de dengê tifekan tune ye û cenaze nayên. Lê belê hê jî dayikên me digirîn û ciwanên me di kuçeyan de tên kuştin. Hê ji Rojava cenaze tên. Dibe ku ji bo hin kesan aştî hatibe û ev bûyer qediyabe. Lê me hê bêhna aştiyê negirt. Ji ber ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Aştî di heman demê de parastina çand, ziman, jiyana azad e. Aştî di heman demê de ew e ku mirov bi ked, xwedana eniya xwe jiyîn e. ”

‘BI SAYA BIRÊZ OCALAN ÇEK BÊDENG BÛN’

Demirtaş anî ziman ku heke ev nebin aştî li vî welatî çênabe û wiha berdewam kir: “Me helbet ji bo bêdengkirina çekan û ji bo ku şer raweste kedek da. Her tim di dilê me de sîyaseta demokratîk heye. Heke îro çek bêdeng bin ev bi saya Ocalan û vî gelî ye. Em naxwazin ev rewş xirab bibe û ji bo ku ev rewş bi mayînde bibe hemû bedena xwe em ê tixin bin kevir. Hukumet jî wekî ku em qîmeta vê nizanin heqeret li me dike. Berdevkên hukumetê heqeret li me dikin. Heke aştiyek mayînde were ku em ê di demeke nêz de bigihijîn aştiyê, di destpêkê de mafê Colemêrgiyan e ku jê şa bibin. Serokomarê Tirkiyeyê dibêje ku aştiyê nexwe hatiye û hûn zêdetir çi dixwazin. Me di destpêkê de jî got em ji wan tiştek naxwazin. Tenê xwedê me û gelê me nexe destên kesên wek te. Em ji we minnet nakin. Yani ji me re dibêje ku hûn cuda ne, em cuda ne. Yani dibêjin ku ew j ime cudatir in. Hûn ê daha çi bidine me.”

Demirtaş li ser gotinên serokkomar Erdogan a “Hûn hin çi dixwazin" sekinî û wiha got: “Di dema te de tenê 363 zarok di kuçeyan de hatin qetilkirin. Ev ne bes e, hemû di dema te de qewimîn. We hê hesabê Roboskî nedaye. Perwerdehiya zimanê dayikê mafê me ye ku xwedê daye ye. Em çima ji we bixwazin?”

‘BI HEMÛ GELAN RE DEST BIDIN HEV Û AŞTIYÊ PÊK BÎNIN’

Demirtaş poşiya li ser milên xwe nîşan da û wiha pê de çû: “Heke ev poşiya Rîzeyiyan niha li ser milê min be, heke slava rîzeyiyan gihiştibe colemêrgiyan tu tişt tune ye ku em ji serokomarê Tirkiyeyê tiştek bixwazin. Em pirsgirên xwe bi xwe çareser dikin. Em dikarin bi hemû gelên vî welatî re dest bidin hev û aştiyê jî înşa bikin. Em perwerdehiya zimanê zikmakî ji we naxwazin. Em nexwe vê înşa dikin û dikarin bi gelan re dest bidin hevdu aştiya vî welatî pêk bînin. Hem jî tu xwîna kesek nerije. Hem jî dema avakirinê de em ê nebin sedema dilşikestinek. Bi gelên, Erep, Suryan, Çerkez, Ermenî, Sunî û Elewiyan em dikarin bi hêza xwe van tiştan pêk bînin.”

‘DI HILBIJARTINAN DE WÊ MUXALEFETEK NÛ DERKEVE HOLÊ’

Demirtaş li ser hilbijartinên giştî ên 7’ê Hezîranê jî sekinî û wiha got: “Me heya roja îro çi soz dabe gelê xwe pêk anî. Ji berk u xwedê ligel gelên bindest û mazlûm e. Di pişt me de rastiya vê gelî heye. Di hilbijartinên 7’ê hezîranê de jî em ê serkeftinek mezin diyariyê gelan bikin. Kesên ku di Enqerê de rûdinên nikarin ji birînên me re bibin derman. Wekî ku sedeqê belav dikin, maf û azadiyan belav dikin. Wê jî rûyê mirovan dixin û heya ji pozê gel tînin jî zilmê li gel dikin. Em bûn hêviyên kesên ku baweriya xwe ji AKP’ê û Enqereyê birîne. Colemêrgî jî wê bend çawa hildiweşin nîşan bide. Di hilbijartinên 7’ê hezîranê de jî dê li hember desthilatdariyê, muxalefeteke nû derkeve holê. Em ê bibin hêza rêvebir ê Tirkiyeyê. Em ê nebin kesên ku copê, gazê dixwin û rastî îşkenceyê tên. Êdî em dawxaz dikin ku welatê xwe bir ê ve bibin. Me amadehiya vê kir û dema vê jî hat.”

Piştî axaftina Demirtaş hunermendên girêdayî Navenda Çand û Hunerê yê Feqiyê Teyran derketin ser dikê û coşê dan girseyê. Bi hezaran kes biç epik, tilîlî û dirûşman Demirtaş bir ê kir. Bi saetan bi hezaran kes bi stranên hunermendên herêmê û Koma Çiya li ber agirê Newrozê govend gerandin.