Demîrtaş: Bila her kes bi erka xwe rabe; em ê li her cihî li ber xwe bidin

Demîrtaş li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên AKP'ê banga berxwedanê kir. Demîrtaş got, "Bila her kes li taxan, li nava malan bigere, bixebite. Bila her kes bi erka xwe rabe."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî çalakiya protestoyî ya li ber avahiya DBP'ê ya Baglarê bû.

Demîrtaş li vir axivî û got, "Dibêjin 'Bila Mûsilî Mûsilê bi rê ve bibin'. Lê dema mijar Şirnex be, Amed be, hingî faşîzmê dikin. We dest danîn ser şaredariyê, wê navê wê wê nebe nûner, wê bibe talanker. Li vê derê, me di gelek kampanyayên hilbijartinê de li ber xwe dan. Namzetên AKP'ê bi pere û hemû derfetên dewletê, bi bertîl û sozên 'peydakirina kar' kampanya meşandin. Lê me di nava zext û astengiyan de karê xwe kir. Tevî vê yekê jî em bi ser ketin. Di her hilbijartinê de me dengê xwe zêde kir. Lê hurmetê nîşanî vê nadin. Dibêjin vîna neteweyî. Lê dema mijar gelê Kurd be, vîna neteweyî nas nakin. Ez bi rengekî vekirî dibêjim; yê li vê derê zêde ye gel nîne, HDP û DBP nîne. Yê zêde, zîhniyeta we ya dagirker e.

Baş dizanin ku bi hilbijartinê nikarin şaredariyan bi dest bixin. Dizanin ku ev mijar ji bo wan hatiye girtin. Jİ ber ku her rêbaz ceribandin. Bi tenê tiştek di destê wan de ma, ew jî dizî ye. Ji xwe baş ji vî tiştî fêhm dikin. Şaredarî vîna herêmî ya gel e. Eger dizek bikeve mala we û malên we bi xwe re bir, lê hûn bêdeng man, hingî hûn ê rûmeta xwe winda bikin. Dixwazin rûmeta me ji dest me bigirin. Em ê li ber vê rabin.

Em îftirayên wan, komplo û derewên li hevşaredarên me dikin, bi ti awayî qebûl nakin.

Wê Hevşaredarên me binçav kirin û rabin bêjin protestokirin qedexe ye. Wê êrîşî mirovên protesto dikin bikin. Êvarê jî di medya wan de wê rabin bêjin HDP li Amedê qediya. Em hînî derewên van bûne, lê hîn hin mirov hene ku ji derewên wan bawer dikin."

Demîrtaş ji Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re got, "Tu, ew kesê li Qesrê, yên li derdora xwe, wezîrên xwe bîne. Tu dikare mirovên xwe ji derve jî bîne, serbest e. Em bi rengekî wekhev derkevin meydana Amedê. Em ê hingî bibînin bê kî dikare bi kê. Gelo tu diwêre? Na. Gelo ji te tê ku li van kolanan bigere? Bêyî li ber xwe bikevin, zext û zordariyê dişidînin. Ji bilî zextê, tiştek di destê wan de nemaye. Bi Rewşa Awarte li ser piyan e. Xwepêşandan qedexe ye, meş qedexe ye, siyaset qedexe ye. Jê heye, eger qedexeyan hinekî sist bike wê Qesr hilweşe."

'EM Ê LI 81 BAJARAN DAKEVIN KOLANAN'

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got, "Ji bilî me kes nikare li ber rabe. Her kes tirsiya, her kesî serî li ber Qesrê tewand. Di çarçoveyeke aştiyane û demokratîk de em ê li 81 bajaran, li her cihê hêza me lê heye, 5 kes an jî 10 kes, em ê dakevin kolanan. Kolan rewa ye.

Hêz axaftina min neqediya, dozgerên Qesrê rabûn lêpirsîn vekirin. Madem hûn ewqasî bi lez in, binêrin waye dizên herî mezin ên cîhanê, destekvanên herî mezin ên terorê li Enqereyê ne. Lêpirsînê li wan vekin. Gelo dozgerek nîne?"

'VÊ NEHEQIYÊ QEBÛL NEKIN'

Demîrtaş da xuyakirin, ku pereyê hin şaredaran ewqasî gelek e, cih nabînin lê bi cih bikin û got, "Gelo ev serweta mezin bi mûçeyên şaredariyê bi dest xistin? Ev kesênhan li ser wezîfeyê ne, lê Gultan Kişanak û Firat Anli girtîgehê ne. Em nikarin vê qebûl bikin. Hewl didin vê neheqiyê normal nîşan bidin. Vê qebûl nekin."

'LI NAVA MALAN BIGERIN'

Demîrtaş destnîşan kir, ku divê her kesek xwe weke endamê partiyê bibîne, bi vî rengî tevbigere û got, "Her êvarê divê li nava malan bigere. Em ê nîşan bidin ku ji bilî Xwedê em ji kesî natirsin. Di salên 90'î de ne telefonên destan hebûn, ne înternet, ne jî televîzyon. Em li nava malan geriyan, me bi hêza însanan xebat meşand. Ya ku nikarin asteng bikin, ev e. Bila her kes li taxa xwe li nava malan bigere, bixebite. Bila her kes bi erka xwe rabe."