Dê Zanîngeha Dîcleyê bidin îcrayê

Dê Zanîngeha Dîcleyê bidin îcrayê

71 fîrmayên ku malzemeyên medical didin Zanîngeha Dîcle ya li Amedê ji ber sedema 20 mehe 60 milyon TL pereyê wan nehatiye dayîn, aşkera kirin ku ew dê serî li îcrayê bidin.

Fîrmayên ku aletên tibî, derman û malzemeyên medîkal yên ji bo muayene, tetkîk û mudaxeleyan ji Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê re tînin, aşkera kirin ku ev 20 mehe 60 milyon TL pereyê dê wergirtiban hêjan nedane. Serokê û endamên koma Pîşeya Tenduristî ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê, pirsgirêkên fîrmayên medîkal yên bi Zanîngeha Dîcleyê re bi civînek ya çapemeniyê anîn ziman.

Endamê Komîteya Tenduristî ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya di daxuyaniya li gel fîrmayên medîkal dayî de ragihand ku, ji ber ku pereyê dê fîrmayên medîkal wergirtiban ne standine û di rewşek zehmet de ne, zanîngehê jî ji bo çareyek nedîtiye.

Mehmet Kaya destnîşan kir ku, berhemên medîkal yên ji nexweşxaneyê re dihatin, beramberî wan ji sermayeya nexweşxaneyê dihatin dayîn. Kaya aşkera kir ku, “ Ji bo sermayeya nexweşxaneyê girîngiya malzemeyên medîkal, derman û xizmetên wan pir heye. ji ber ku fîrmayên medîkal beramberî malzeme û xizmetên dane nexweşxaneyê pereyên xwe newergirtine, ketine tengaviyan. Ji bo vê tengaviyê derbikevin serî li krediyên bankayê dan, lê belê vê ew bêhtir xistine zorê û ketine bin qeran.”

Kaya da zanîn ku, ji ber ku fîrmayên medîkal pereyên dê ji nexweşxaneyê bigirin ne standine hatin ber îflasê. Kaya got; “Li herêma me pereyên nexweşxaneyên zanîngehan û nexweşxaneyên herêmê yên lêkolîn û perwerdeyê yên girêdayî Wezareta Tenduristiyê di navbera 3 û 6 mehan de tên dayîn. Lê belê ev 20 mehe pereyê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle nehatiye dayîn. Di navbera sala 2011 û 2012’an de 60 milyon TL qerê 71 fîrmayên medîkal li ser Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê heye. Em dixwazin ku rayedarên mulkî û îdarî ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi awayek xwînsar tevbigerin. Ger wisan nebe 71 fîrma dê serî li rêya îcrayê bidin. Ev jî dê zanîngehê bixe nava tengaviyan de.”