Komeleya Ciwanên Sosyalîst ya Amedê (SGD) ragihand ku, ew dê di salvegera komkujiyê de bi armanca parvekirina êşên Roboskiyan dê li gund “Konê edaletê” vedin.
Komeleya Ciwanên Sosyalîst ya Amedê têkildarî salvegera komkujiya Roboskiyê li avahiya ESP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endamê SGD’ê Ahmet Yener, em weke ciwanên sosyalîst yên di binya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst de ragihand ku, li Tirkiye û her çar aliyê herêmê bi armanca parvekirina êşên Roboskiyan ew dê 27’ê Kanûnê li Roboskiyê bin.
Yener destnîşan kir ku, ew dixwazin berpirsên komkujiyê bêne ceza kirin û got; “Em ji bo bêjin tezmînat ne bi dayîna pere, bi edaleta ku berpirsên komkujiyê ceza bike dê mumkun bibe, dê li Roboskiyê ‘Konê edaletê’ vedîn. Em dê heya sibehê nobeta edaletê bigirin.”
Alîkara Seroka Giştî ya ESP’ê û endama MYK Fethiye Ok jî da zanîn ku, ew banga endamên SGD’ê bi wate dibîne û got; “Em vê qêrîna edaletê ya gelê xwe ji bo gihandina kedkar û karkerên Tirk girîng dibînîn.”