DBP’ê rayedarên AKP’ê hişyar kir: Wê dawiya xwe bînin!
DBP’ê bertek nîşanî êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê yên Mersîn û Edeneyê da û got ku berpirs Serokkomarê Tirk Erdogan û AKP ye.
DBP’ê bertek nîşanî êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê yên Mersîn û Edeneyê da û got ku berpirs Serokkomarê Tirk Erdogan û AKP ye.
DBP’ê bertek nîşanî êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê yên Mersîn û Edeneyê da û got ku berpirs Serokkomarê Tirk Erdogan û AKP ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ger hîna bi agir bilîzin wê ev tenê dawiya wan bînin, wan bişewitîne.” DBP’ê rayedarên hikûmetê hişyar kir.
Hevserokên DBP’ê Emîne Ayna û Kamuran Yuksek têkildarî êrîşên bombeyî yên li hember HDP’ê de daxuyaniyek nivîskî dan.
AKP HER KU DIKEVE ÊRÎŞ DIKE
Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “AKP ya ji pêşketina HDP’ê ditirse, serî li provokasyonên nû dide. Zîhniyeta yekparêz a otorîter usluba xwe zêdetir tûj dike û hêzên demokrasiyê diçewisîne. Anketên dawî yên diçin ber Erdogan û AKP’ê, ew xistin nav fikaran. Li ser vê zêdetir êrîşkar bûn. Erdogan ji bo pergala serokatiyê bîne Tirkiyeyê û hêzê winda neke serî li her provokasyonan dide.”
BERPIRS HIKÛMET Û ERDOGAN E
Hat destnîşankirin ku dema mirov li daxuyaniyên Erdogan û AKP’ê yên demên dawî dinêre, tê dîtin ku di nava amadekariyên provokasyon û operasyonan de ne û got: “Di rojên buhrî de Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Suleyman Soylu got ‘Em ê wan deran li serê we hilweşînin’ û Yalçin Akdogan jî tevgera azadiyê nîşan da û got ‘Bi agir nelîzin’ û ev gotin ji daxwaza şer ti tiştekî îfade nake. Ji ber vê jî yên ku HDP’ê hedef nîşan dide û Serokkomar û hikûmet e.”
WÊ DAWIYA XWE BÎNIN
DBP’ê da zanîn ku rastiya li pişt nehatina AKP’ê ya muzakereyan, avanekirina komîsyona şopandinê û li dij çareseriyê ne bi îrade û dirûst tevgerîn, ev operasyon û êrîş hebûne û got: “Em Akdogan û AKP’ê hişyar dikin. Bi agir nelîzin. Ger hûn bilîzin hûn ê bişewitin. Wê dawiya wan bê. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê di rewşên herî tund de tercîha xwe li aliyê jiyana azad kirine. Ev hilbijartin ji bo Tirkiye û Kurdistana azad girîng in. Gelê me wê bi serketinek mezin ji hilbijartinan derkeve.
Ti êrîşên li dijî HDP’ê û bi taybet ên dawî li Mersîn û Edeneyê pêk hatine wê hêzên demokrasiyê têk nebe û wiha hate gotin: “Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê gel bersiva AKP’ê bide. Ji ber vê ji her demê zêdetir divê gel xwedî li HDP’ê derkevin. Divê her kes bi hestiyar tevbigere. Em ji hevalên xwe yên li Mersîn û Edeneyê birîndar bûne re şifayê dixwazin.”