DBP'ê ji bo Ferînaz Xosrawanî banga çalakiyên protestoyî kir

DBP'ê, ji bo Ferînaz Xosrawanî ya ji bo xwe ji tecawiza rejîma Îranê rizgar bike neçar ma întixar bike, banga çalakiyên protestoyî li gel kir.

DBP'ê, ji bo Ferînaz Xosrawanî ya ji bo xwe ji tecawiza rejîma Îranê rizgar bike neçar ma întixar bike, banga çalakiyên protestoyî li gel kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "DAIŞ jinan li bazarên koleyan dijimêre, difiroşe û dike hedefa tecawizê. Dewleta Îranê jî bi rêbaza tecawizê hem hewl dide rûmeta jinê hem jî rûmeta gelê me binpê bike."

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) der barê întixara jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrawanî, ku li bajarê Mahamad ê Rojhilatê Kurdistanê li Otela Tara cihê lê dixebitî, ji bo ji tecawiza endamên îstîxbarata Îranê rizgar bibe xwe ji qatê 4'an avêt, daxuyaniyek da.

'ÎRAN DIXWAZE BI MIRIN, ZÎNDAN, TIRS Û TECAWIZÊ RE TESLÎM BIGIRE'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êrîşên li hemberî nirx û gelê Kurd dewam dikin, di bin navê DAIŞ'ê de êrîşên dewletên mêtînger û hêzên herêmî yên li hemberî destketî û gelê Kurd dewam dikin û hat gotin, "Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mahabadê, êrîşek ne kêmî hovîtiya DAIŞ'ê hatiye kirin." DBP'ê ev xal destnîşan kir: "Dewleta faşîst a Îranê ev demeke dirêj e, hemû û zilma xwe ya li Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Civakê di bin zexteke giran de radigire, li hemberî têkoşîna jiyaan azad û demokratîk jî îdaman dixe dewrê. Ev rejîma qirêj û tarî ya hewl dide civakê bi mirinê, zîndan û tirsê çavtirsandî bike, herî dawî li bajarê Mahabadê êrîşî rûmeta jinê û gelê Kurd kiriye. Endamên rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Îranê hewl dane tecawizî jina Kurd Ferînaz Xosrowanî ya li otelekî dixebitî, bikin. Xosrawanî hewl da xwe li hemberî vê êrîşê biparêze, xwe ji qatê 4. ê otelê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Gelê Kurd li hemberî vê êrîşê mîna her carê bêdeng nemaye, nerazîbûna xwe nîşan daye. Ev êrîşa di şexsê jina Kurd Ferînaz Xosrowanî de li dijî rûmeta jin û gelê Kurd hat kirin, li Mahabadê veguherî raperînê. Ev raperîna mafdar ji aliyê esasî ve îsyana li hemberî zilm û komkujiyên bi dehan salan ên dewleta Îranê dike, serîhildana li zilma li gelê me tê kirin e."

'RÊBAZA DAIŞ'Ê Û ÎRANÊ WEKE HEV IN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nerazîbûnên li hemberî Îranê li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî belav bûne û hat gotin, "Dewleta Îranê ya ku divê hesabê vê êrîşa namerdî bide, li gelek bajaran rewşa awarte îlan kiriye û ji bo nerazîbûna gel bitepisîne bi hezaran leşker li herêman civandiye. Li gorî dîmen û agahiyên ji Mahabadê tên, dewleta Îranê dest bi pêla êrîşê kiriye, di van êrîşên dewletê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 27 kes birîndar bûne. Ev rewş tê wateya hedefgirtina rûmeta jin û gelê Kurd. Hovîtiya gelê me li Kobanê û Şengalê lê rast hat çi be, hovîtî û dijwariya gelê me li Mahabad, Merîwan û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê lê rast tên, weke hev in. Çeteyên DAIŞ'ê bi barbarî gelan qetil dike, Îran jî bi heman rêbazê qetil dike. DAIŞ jinan li bazarên koleyan dijimêre, difiroşe û dike hedefa tecawizê. Dewleta Îranê jî bi rêbaza tecawizê hem hewl dide rûmeta jinê hem jî rûmeta gelê me binpê bike."

'EM DAKEVIN QADAN Û PROTESTO BIKIN'

DBP'ê ji bo xwedîderketina li berxwedana Xosrowanî û şermezarkirina polîtîkayê tecawizkar û qetlîamkar ên dewleta Îranê bang li gel kir ku li hemberî vê hovîtiyê tavilê helwestê nîşan bide û li qadan çalakiyên protestoyî lidar bixe.

Di daxuyaniyê de banga hişyarî û hestiyariyê li tevahiya gelan û raya giştî ya cîhanê hat kirin.