DBP: Daxwaza herî girîng a gelê Kurd azadiya Ocalan e

Hevserokên DBP'ê Ayna û Yuksek, meşa bi daxwaza azadiya Ocalan tê lidarxistin silav kirin. Hevserokan destnîşan kirin ku daxwaza herî girîng a gelê Kurd azadiya Ocalan e ku weke Rêberê xwe dibîne.

Hevserokên DBP'ê Ayna û Yuksek, meşa bi daxwaza azadiya Ocalan tê lidarxistin silav kirin.  Hevserokan destnîşan kirin ku daxwaza herî girîng a gelê Kurd azadiya Ocalan e ku weke Rêberê xwe dibîne.

Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, der barê "Maş ji Ocalan re Azadî ya ji Cizîrê heta Amedê" daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

'GELÊ KURD OCALAN WEKE VÎNA XWE, RÊBERÊ XWE QEBÛL KIR'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ji bo naskirina statu û nasnameya Kurd gelekî bi pêş ketiye û ev xal hat destnîşankirin:

"Heta niha gelê Kurd li her bingehê ragihand ku rêberê wê Birêz Abdullah Ocalan e. Bi dirûşmên 'Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye', 'Birêz Ocalan', 'Ji Ocalan re Azadî' gelek çalakî lidar xist, kampanyayên îmzeyan meşand. Di encama her kampanyayê de bi mîlyonan mirovî beyan kirine ku Birêz Ocalan weke vîna xwe ya siyasî dibîne. Di kampanya herî dawî de zêdeyî deh mîlyon îmze hatine komkirin. Gelê Kurd nîşan daye ku daxwaza xwe ya herî girîng azadiya Ocalan e."

Hevserokên DBP'ê dan xuyakirin ku eger tê xwestin pirsgirêka Kurd were çareserkirin û Birêz Ocalan weke Rêberê Gelê Kurd mûxatab tê girtin, ya ku divê di destpêkê de were kirin, azadiya Ocalan e û meşa ji Cizîrê heta Amedê ya bi vê armancê tê lidarxistin, silav kirin.

Hevserokan gotin, "Em jî çalakiyên rêxistina me ya Botanê gelekî watedar û bi qîmet dibînin. Bi wesîleya vê çalakiyê em careke din berpirsyariyên hikûmetê tînin bîra wê û dibêjin ku divê mercên azadbûna Birêz Ocalan werin afirandin."