DBK: Muxalefet û Artêşa Azad bila helwesta xwe zelal bike

DBK: Muxalefet û Artêşa Azad bila helwesta xwe zelal bike

Desteya Kurd a Bilind (DBK) têkildarî şerê li Serêkaniyê daxuyaniyek weşand. DBK'ê di ragihand ku li Serêkaniyê komên çete yên girêdayî Artêşa Azad, ji Tirkiyeyê hatine vir û dixwazin gelên li vî bajarî bi hevre dijîn berdin hev û gengeşiyê derxin. DBK'ê di daxuyaniya xwe de banq li rêveberiya Artêşa Azad û muxalefetê kir ku helwesta xwe ya derbarê Serêkaniyê de aşkera bike. Her wiha DBK'ê berxwedana YPG'ê ya li Serêkaniyê jî silav kir.

DBK'ê derbarê rewşa dawû ya pevçûnên li Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û têkildarî mijarê de hin agahî bi raya giştî re parve kir.

DBK'ê ev êrîş wekî berdewamiya êrîşen 2 meh beriya niha ku di navbera hêzên YPG û komên çetayan de rû dabû binav kir û wiha hat domandin: "Piştî wan êrîşan peyamek hatibû çêkirin. Li gor ve peyamê diviya meclisa ji hemû pêkhatiyên bajêr hatiba damezirandin. Meclis rêveberiya bajêr bike û hemû kêmên çekdar jî ji bajar derkevin." DBK'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku piştî vê peyamê hêdî hêdî gelê Serêkaniyê paşve vegeriyaye malên xwe û niha jî cardin komên çete ji bo vê peyamê xerabikin dîsa li hemberî taxên kurd lê dijîn dest bi êrîşên xwe kirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî van êrîşan hêzên YPG'ê jî ji bo parastina gel pêk bîne li van taxan hêzên xwe bicik kiriye û di encamê de di navbera her dû aliyan de pevçûnên gelek dijwar rû dane. Desteya Bilind di berdewamiyê de êrîşên komên çete bi zimekî tund şermezar kir û ji muxalefet û Artêşa Azad a Suriyeyê re ev bang kir:

"Em bang li hemû hêzên muxalef û Artêsa Azad dikin da ku helwesta xwe ya derbarê van komên çete ku dixwazin aramiya herêmê binpê bikin û tehdîda li hemberî hebûna kurdan nîşan didin aşkera bikin. Lewra ev pêkanîn zirar dide Şoreşa Gelê Suriyeyê. Ji ber wê em dixwazin bi lez ev komên çete ji herêmê derbikevin û em êrîsan bi tundî sermezar dikin.''

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Sûriyeyê, hêzên muxalefetê hat kirin ku ji bûyerên li Serêkaniyê diqewimin agahdarbin. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: "Loma ev hêz dixwazin ku yekitiya gelê Suriyeyê asten bikin, di navbera gelan de nakokiyan derxin û pêkhatiyên Suriyeyê berdin hev. Ev pêkanîn kêrê dijminên Şoreşa Suriyeyê û hêzên Baasê tê. Lê bila baş bê zanîn ku gelê herêmê ji mafê xwe yê parastinê û rumetê sûnde gava navêje. Buhaya wê çibe bila bibe em bi hemu hêzên xwe piştgirî didin gelê Serêkaniyê."

DBK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de her wiha berxwedana YPG'ê, pêkhatiyên Serêkaniyê û şervanên ku jiyana xwe ji dest dane jî silav kir.