Desteya Bilind ya Kurd, ji Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê xwest ku li hemberî pêkanînên komên çete yên li Serêkaniyê helwesta xwe zelal bike. Desteyê bal kişand ku, ji bo parastina gel dê hemû derfetên xwe seferber bike û banga yekîtî û têkoşînê li gelên herêmê kir.
Desteya Bilind ya Kurd têkildarî bûyerên Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de komkujiya gundê Ekreb ya girêdayi bajarê Hemayê, komkujiya Taxa Şêxmeqsud a Heleb û êrîşa li hemberî karwanê cenazeyan qurbaniyên komkujiya Şêxmeqsudê hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de helwesta Desteya Bilind a li dijî komên çete yên derbazî Serêkaniyê bûne hate dubarekirin û “Piştgriya tam ya ji bo zarokên Serêkaniyê yên parastina gelê xwe dikin” hate nîşandan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, dema li Sûriyeyê rewşa ku rojê bi sedan kes tên kuştin û bombebarana bajaran dewam dike de, zêdebûna kuştina mirovan a li ser bingeha mezheban xeteriyan zêde dike. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev nêzîkahiyên ku berê pevçûnan didin mezheb, nîjad û olî, wekî di 11’ê Kanûna 2012’an de li gundê Eqreb ê girêdayî Hemayê çêbû û di encamê de zêdetirî 160 kes bûn qurban, komkujiya Şêxmeqsud a li Helebê û êrîşa li ser karwanê cenazeyan hate dîtin jî sûç û komkujiyê ku li gelek aliyên welat têne pêkanîn zêde dikin.”
Di daxuyaniyê de li ser şixulandina hinek aliyan ku komên çekdar îstîsmar dikin hate rawestîn û hate gotin ku, di encama vê yekê de tevî ku peymana rawestandina şer heye jî tê xwestin li Serêkaniyê şer bê derxistin.
‘DI ZUTIRÎN DEMÊ DE DERKEVIN’
Di daxuyaniya ku derbazbûna komên çete ya Serêkaniyê hate şermezar kirin de, ev bang li komên çete hate kirin: “Divê ev kom di zutirîn demê de ji bajêr û derdora wê xwe vekişînin. Bajêr ji rêvberî û gelên wê re bihêlin da ku aramî pêk were. Her wiha kesên penaber bûne vegerin bajarê xwe.”
‘BI HEMÛ DERFETAN TÊ PIŞTGIRIYA PARASTıNÊ BÊ KIRIN’
Li ser parastina bajarê Serêkaniyê jî di daxuyaniyê de hate gotin ku dê piştgiriya hêzên parastinê bê kirin û hate destnîşankirin ku, dê bi hemû derfetan piştgiriya zarokên ku parastina bajarê xwe dikin bê kirin. Di daxuaniyê de bang li hemû derdorên li herêmê dijîn jî hate kirin ku, li dijî van hêzên biyanî û biratiya gelan xirab dikin têbikoşin. Her wiha ji gelên herêmê jî hate xwestin ku ji bo parastin û aramiya herêma xwe bibin yek.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û hêzên muxalefeta Sûriyeyê jî hate kirin ku, di zutirîn demê de mudaxelelyî rewşê bike û van pêkanînên ku biratiya gelên Sûriyeyê xirab dikin bide rawestandin. Her wiha ji Koalîsyonê hate xwestin ku li dijî van pêkanînan helwesta xwe zelal bike.
20 KOMÊN ÇETE ÊRÎŞ DIKIN
Li gorî agahiyan, li aliyeke din şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete ku tê gotin Tirkiye piştgiriya wan dike de berdewam dike. Di şerê ku 20 komên çete tevlî bûne de, li 2 malên ku çeteyan wekî navend bikar dianîn, alên Tirkiyeyê hatin bidestxistin.
Li Serêkaniyê şer û pevçûnên ku bi êrîşa komên çete destpê kiribû, dijwar dibe. Hate ragihandin ku 20 komên çete tevlî şer bûne û êrîş dikin. Navên komên çete wiha ne: Ketiba Enwar El Haq, Lîwa Ehfad El Resul, Konseya Şoreşgerî ya Leşkerî ya Rakkayê, Ketiba El Faruk, Ketiba Dire El Cezîre, Şêx Îslam El Tumeyme, Ketibe Elî Bin Ebî Talib, Ketibe El Alahu Ekber, Tabura Mergada, Ofîsa Ewlekariya Şoreşê li Rakkayê, Graba El Şam, Tabura El Adiyat, Tabura El Ebrar, Tabura Şedadî, Tabura Ehrar Xwêran, Tugaya Cind El Heremeyn, Tabura Dir El Şemal, Cindullah, Qehremanên Mendic û Cerablus, Tabura Ehrar El Tewaif.
ÊRÎŞAN DUH DEST PÊ KIRIBÛ
Roja12’ê berfanbarê saet derdora 13.00’an de dema şêniyên bajar dixwest firina nan vekin, koma bi navê Ehrar Xwêran êrîş kiribû û li ser vê yekê jî hêzên YPG’ê mudaxele kiribû. Di encama pevçûnên ku li derdora firinê û xaçerêya Hesekê heta derengiya şevê dom kir de, li gorî daxuyaniya YPG’ê li nêzî firinê 7, li cihek din jî hejmarek zêde êrîşkar hatin kuştin. Her wiha gelek jî birîndar bûn. Hate gotin ku kuştî û birîndarên çeteyan bi alîkariya Tirkiyeyê bi ambulansan birine Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê. Di şerê heta derengiya şevê dom kir de, komên çete xwe vekişiyan sînorê Bakûrê Kurdistanê. Heman koman serê sibehê saet di derdora 05.00’an de jinûve êrîş kir.