Dayîkên Şemiyê: Raman windahî pêk anîn û komkujî pêk anîn yeke

Dayîkên Şemiyê: Raman windahî pêk anîn û komkujî pêk anîn yeke

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya hefteyê de diyar kirin ku, ramana di binçavan de windahî pêk anîn û siyasetmedarên Kurd ên jin li Parîsê qetilkirin yekin.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê li ber dibistana Amadeyî ya Cizîrê ligel rewşa hewayî ya nebaş hatin cem hev û çalakiya xwe ya heftene li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên MEYA-DER'ê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.

Daxuyaniya hefteyê Xwîşka Ahmet Bulur yê ku di sala 1995'an de hate windakirin Asya Bulur xwend. Bulur komkujiya li paytextê Fransayê Parîsê li dijî siyasetmedarên Kurd ên jin şermezar kir û diyar kir ku, ramana kesên winda pêk anîn û Parîsê êrîşê pêk anîn yekin û wiha got: "Em weke dayîkên aştiyê li vir bêyî parastin hatin hiştin û dibe ku êrîşê li me jî bikin. Ev helwestekî dijî mirovahiyê ye. Em komkujiyên wisa yên li dijî kurdan şermezar dikin. Serê gelê Kurd sax be."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.