Dayîkên Şemiyê di bin berfê de jî çalakiya xwe pêkanîn

Dayîkên Şemiyê di bin berfê de jî çalakiya xwe pêkanîn

Xizmên windayan di hefteya 204'an de ji bo aqubeta windayan bipirsîn di bin berfa zêde de hatin cem hev. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê hikûmet operasyonên siyasî û leşkerî bide rawestandin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe hefteya 204'an li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, endamên Platforma Şaxên KESK'ê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de destpêkê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku, 204 heftene aqubeta windayan dipirsîn lê heta niha hikûmetê ji bo çareseriya vê yekê tu gav neavêtin.

Bîlîcî da zanîn ku, di pirsgirêka Kurd de bi tundiyê tu tişt bi dest nayê xistin gelek caran anîn ziman û wiha got: "Dereng jî be gavên berê hatiban avêtin niha hatin avêtin girînge. Navnîşana rast û riya raste. Lê ya girîng ewe ku bi awayekî rêk û pêk û samîmî ev pêvajo bê berdewamkirin. Divê pêvajo bi asteng û hincetên din neyê sabotekirin. Daxwaza me ji dewletê zelale. Ev pirsgirêk çawa dê bê çareserkirin li holê ye. Em bawer dikin bi Îmralî, Qendîl û BDP'ê re ev pêvajo bê rêvebirin. Em dixwazin vê pêvajoyê bêyî operasyonên siyasî û leşkerî bi awayekî samîmî heta dawiyê biçe."

Endama Komîsyona Windayan ya ÎHD'ê Necîbe Guneş Perînçek çîroka Haci Oztunç yê ku di sala 1997'an li ser pira Nerduş ya ku di navbera Silopî û Cizîrê de hatibû înfazkirin vegot. Perînçek diyar kir ku, piştî Haci Oztunç têkildarî kiriyarên bûyera şewitandina wesayîta di 12'ê çileya 1996'an ya ku têde 11 cerdevan jî heyî li Basa daxuyanî da, gazîkirin yekîneya leşkerî ya Silopiyê û pişt re hate qetilkirin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawîbû.