Dayikên Aştiyê yên Qamişlo ji bo Ocalan diçin ser sînor

Dayikên Aştiyê yên Qamişlo ji bo Ocalan diçin ser sînor

Dayikên Aştiyê yên li Qamisloyê, ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê li sînorê Nisêbînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Saziya Dayikên Aştiyê ya bajarê Qamisloyê, ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê li ber deriyê sînor ê Bakurê Kurdistanê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Dayikên Aştiyê dê saet di 17.00'an de li ser sînor tecrîdê şermezar bikin û nerazîbûna xwe bînin ziman.