BI DÎMEN

Dayikên Amedê: Li her derê em biherikin qadan

Dayikên ku li Amedê tevlî berxwedanê bûne li dijî AKP’ê û Erdogan nerazîbûn nîşan dan, dan xuyakirin ku wê heta dawiyê li ber Şaredariya Bajarê Mezin li ber xwe bidin. Dayikan banga kolanan li tevahî gel kir.

Li dijî dorpêça hêzên dewleta Tirk a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û binçavkirina Hevşaredaran Gultan Kişanak û Firat Anli nerazîbûn zêde dibin. Gelê Amedê ku banga HDP û DBP’ê daket kolanan, berxwedana xwe didomîne.

Dayikên berxwedêr ji ANF’ê re axivîn…

‘WÊ ERDOGAN JI WÊ KURSIYÊ DAKEVE’

Dayika Şaîde: Duh bi ser şaredariya me girtin û dorpêç kirin. Ew jî têr nedîtin tew hevşaredarên me jî binçav kirin. Em ê ti carî vê neheqî û bêhiqûqiyê qebûl nekin. Ji ber ku ev neheqî îradeya gel tine dihesibîne. Heta dawiyê em ê li gel hilbijartiyên xwe bin. Em di ferqê de ne ku ev mirov ji bo azadiya me têdikoşin. Divê Erdogan û hikûmeta xwe vê baş bizanibin ku ti dîktator heta dawiyê nemane. Wê dawiya Erdogan jî wek a Sedam be. Erdogan ê ku bi hileyan hat wê bi îradeya gel ji wê kursiyê bê xwar. Wê yek bi yek hesabê qetlîaman bide.”

‘HILBIJARTÎ RÛMETA ME NE’

Dayi8ka Menînce: Hikûmeta AKP’ê difikire ku wê karibe bi dorpêç û girtinan çavê me bitirsîne. Tevî ku hevşaredarên me ne sûcdar in jî îro hatine binçavkirin. Em vê teqez qebûl nakin. Hilbijartî rûmeta me ne. Şaredarî û axa me namûsa me ne. Ji bo gelê Kurd banga me ew e ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Heta pitikekî me yê qundaxkirî hebe jî wê têkoşîna me bidome. Wê zext û qetlîam me bêzar nekin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê têbikoşin. Roj roja şer û namûsê ye. Divê ne hilbijartiyên me, dewlet şerm bike. Ev dinya wê ji Erdogan re nemîne.

‘GEL RABE WÊ PÊŞÎ NEYÊ GIRTIN!’

Dayika Nevriye: Îro ji ber dewlet dixwaze şaredariya me desteser bike em li vir in. Ez ban li Erdogan dikin; êdî bes e! Heta kengî wê ev zilma te dewam bike. Gel rabe careke din wê pêşî neyê girtin. Îro em careke din ji bo aştî û mirovahiyê daketine kolanan. Lê, eger dewlet vê zilmê dom bike û şaredariyên me veguherîne qereqolan, hevşaredar û ciwanên me bên girtin, wê gelê me ji bo edaletê biherike kolanan.

Me wek gelê Kurd ti carî parastina şer nekir. Bila hevserokên me bên berdan û êrîş bên bidawîkirin. Wek gelê Amedê em ê heta dawiyê li vir li ber xwe bidin. Ji bo gelê Kurd banga min ew e ku dakevin kolanan û heta dawî xwedî li şaredariyan derkevin.

 ‘EM Ê HETA DAWÎ LI BER XWE BIDIN’

Dayika Fevziye: Duh êvarî bi ser malên hevşaredarên me hatin girtin. Em vê teqez qebûl nakin. Yê divê bihata binçavkirine ne hevşaredarên me bûn, Erdogan e. Ji bo Kurdan serokdewletekî ji Sedam xedartir nîne. Sedam jî çû, wê Erdogan jî biçe. Yekane daxwaza Erdogan û hikûmeta AKP’ê ew e ku Kurdan bi temamî tine bikin.

Gelê Kurd heta kevirek jî di dest bibîne wê têbikoşe. Em ê berxwedana xwe li vir heta dawiyê bidomînin.

 

...