Aktîvîstên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê, bi boneya balê bikşînin ser tercîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê li ber şaredariy Êlihê kom bûn û kolana pêş şaredariyê li trafîkê girtin.
Aktîvîstên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikşînin ser tercîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku bêdem û bêdoveger dane destpêkirin, li ber şaredariy Êlihê kom bûn û kolana pêş şaredariyê li trafîkê girtin. Pişti dayîkan rê girt, polîs hatin cihê bûyerê û xwestin dayîk rê li trafîkê vekin. Dayîkan diyar kirin ku, dixwazin bi Waliyê Êlihê Yılmaz Arslan re hevditin pêk bînin. Dayîkên ku piştî demekê rê li trafîke girtin, pişt re rê vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayîkan Meyasa Akdag daxuyanî xwend. Akdag xwest bi lezgîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û daxwazên gel li ber çavan bên girtin.
'TECRÎDA LI SER OCALAN BILEZGÎN DAWÎ BIKIN'
Akdag da zanîn ku zêdeyî salekê ye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye û xwest êdî bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe. Akdag bal kişand ser rewşa girtiyên ketine rojiyê û xwest êdî daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin. Akdag xwest lezgin parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin. Dayîkan piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.