Daxwaznameya dan dadgehê bû sûc!

Daxwaznameya dan dadgehê bû sûc!

Girtiyên siyasî Baysal Demirhan, Muhammet Aykol û Vedat Duşkuner ên di Girtîgeha Tîpa F ya Jimare 2 ya Tekîrdagê de ji bo serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwazname dabûn, lê ev daxwazname ji aliyê dadgehê ve weke suc hate qetbûlkirin. Bi îdîayên “pesnê suc û sucdar daye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li girtiyan hate vekirin.

Girtiyên siyasî Baysal Demirhan, Muhammet Aykol û Vedat Duşkuner ên di Girtîgeha Tîpa F ya Jimare 2 ya Tekîrdagê de 15’ê adara 2012 daxwazname dabûn Dadgeha 16’emîn a Cezayê Giran a Stenbolê ku lê dihat darizandin.

Her sê girtiyên siyasî di daxwaznameya xwe de daxwaza serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Di daxwaznameyê de wiha hatibû gotin: “Ez bi vê wesîleyê careke din dixwazim bêjim, Birêz Abdullah Ocalan, rêberê gelê Kurd û PKK’ê yê ku li dijî hemû wehşeta dîkdatoriya Kemalîst a faşîst li ber xwe dide û tu carî teslîm nabe. Li dijî tecrîda taybet û giran Birêz Ocalan 13 sal in di Girava Îmraliyê de li ber xwe dide. Em bi coşeke mezin Wî û hemû şoreşgerên komunîst ên li dijî zilma faşîst li ber xwe didin silav dikin. Divê Ocalan bê şert û merc serbest bê berdan."

Dadgehê vê daxwaznameya her sê girtiyan weke suc qebûl kir.Bi îdîayên “pesnê suc û sucdar daye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li girtiyan hate vekirin.

Rûniştina doza her sê girtiyan dê îro li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê bike.