Daristanên Dêrsimê di şewitin rayedar bêdengin

Daristanên Dêrsimê di şewitin rayedar bêdengin

Li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê 5 rojin şewata daristanan didome. Şewata ku zêde dibe, çeberê wê fireh bû û gihişt "Qada Mili Park" û Dola Salê. Li gel ku bi rojane şewata daristanê didome, heta niha rayedarên dewlet û hikûmetê mudaxeleyî şewatê nekirine.

Li herêmê û Dêrsimê bi hefteyane çiya û daristan tên bombe barankirin û xwezaya herêmê wêran dibe. Li aliyekî piştî bombebaran û gulebarana balafirên şer û helîkopteran daristan, dehl û rez tên şewitandin, li aliyê din bi hezaran cûyerên kezik, mar, mol û sewalan jiyana xwe ji dest din. Yek ji van cihên ku herî zêde daristan lê tên şewitandin Dêrsim û navçeyen wê ne. Li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê 5 rojin şewata daristanan didome û mudaxele nayê kirin. Şewata ku zêde dibe, çeberê wê fireh bûn û gihişt "Qada Mili Park" û Dola Salê. Li gel ku bi rojane şewata daristanê didome, heta niha rayedarên dewlet û hikûmetê mudaxeleyî şewatê nekirine. Welatiyên ku dixwazin daristanê vemirînin jî rastî astengiyên leşker û dewletê tên.

Rojên borî li Gundê Torunoba, Herêma Keşişê şewat derket. Şewat duh gihişt gundên Gogan û Topatanê. Şewata ku li herêmê belav dibe ket roja 5'an. Welatiyan diyar kir ku, şewata li Herêma Keşiş Kiranê derket, piştî gulebarana helîkopteran, zêde bû û heta gundên Gogan û Topatanê belav bû.

Li gel ku Qada Milli Parkê û derdorê wê 5 rojin dişewite, Waliyê Dêrsimê Yusuf Guner derbarê şewata daristanan de di 5'ê Îlonê de diyar kiribû ku, ew di nava 10 deqeyan de mudaxele dikin, lê li herêmê 5 rojin daristan tên şewitandin û Walî li hemberî vê şewatê bêdenge. Midûrê Karê Daristanê jî diyar kir ku, ji ber herêma operasyonê ye nikare mudaxele bike.