Embargoya ku li ser Rojavayê Kurdistanê li gel hemû hewldanan berdewam dike. Li gel hatina zivistana dijwar, pirsgirêkên sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê zêde bû. Bi taybet li herêma Efrînê ev pirsgirêka sotemeniyê gihişt asta herî jor. Ji ber vê jî gelê Efrînê ji bo şewitandinê dest bi birînda darên zeytûnê kirin. Endama Komîteya Hawirdor û Daristanan hişyariya; “Ger em birîna daran ranewestînin, Efrîn dê vebiguhere çoleke zuha.”
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber polîtîkayên rejîma Baasê ya Sûriyeyê gelê Kurd bi salan mexdûrê hejarî, xizanî û koçberiyê ma. Her çendî axa Rojavayê Kurdistanê di warê çandinî û petrolê de deverên herî dewlemend ên Sûriyeyê ne, lê di dema rejîmê de ev berhemên li herêmên Kurdan dibirin bajarên mezin ên Sûriyeyê û li wir bi kar dianîn. Ev yek jî li Rojavayê Kurdistanê rê li ber bêkariyê vedikir û bi vî awayî gelê Kurd neçar dima ku koçer bibe.
Li gel destpêkirina bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pirsgirêkên jiyanî yên mirovan zêde bûn. Her çendî Rojavayê Kurdistanê weke cihê herî aram ê Sûriyeyê tê zanîn, lê li gel destpêkirina bûyeran Tirkiye û Başûrê Kurdistanê deriyê sînor girtin û vê yekê rê li ber zêdebûna pirsgirêkên jiyanî yên weke kêmbûna xwarin, amûrên tenduristiyê, pêwîstiyên zarakon û weke din vekir.
Ligel destpêkirina bûyerên li Sûriyeyê dewleta Tirk hemû deriyê sînorê xwe girt, alîkariya mirovahî ya navneteweyî bi hincetên cûda ji Rojavayê Kurdistanê re nayên şandin. Welatiyên ku dixwazin pêwîstiyên xwe ji aliyên din ên Sûriyeyê bînin, li rastî zextên hêzên rejîmê û çekdarên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad tên.
Li gel vana hemûyan, tenê deriyek ê “hêviyê” ji bo Rojavayê Kurdistanê hebû, ew jî ji aliyê Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin. Lewma ji ber nebûna sotemeniyan, hin şêniyên herêma Efrînê dest bi birîna darên xwe yên zeytûnê kirin. Hat diyarkirin ku ev dar bi bihayeke giran ji bo şewitandinê tên firotin.
‘EFRÎN DÊ VEBIGUHERE ÇOLEKE ZÛHA’
Endama Komîteya Hawirdor û Daristanan a Navçeya Cindirisê ya Efrînê Nezîre Ekaş derbarê mijarê de gelê Efrînê hişyar kir û bang li gelê herêmê kir dest ji birîna darên zeytûnê berdin. Ekaş got: “Em bang li gelê xwe dikin ku dest ji birîna daran berdin. Ji ber ku herêma Efrînê bi darên xwe yên zeytûnê tê nasîn û aboriya herêmê li ser van daran e.”
Ekaş herî dawî ev hişyarî da: “Ger birîna darên zeytûnê neyê rawestandin dê Efrîn vebiguhere çoleke zuha.”
BAJARÊ ZEYTÛNAN: EFRÎN
Bi taybet ji ber avhewaya xwe, herêma Efrînê ku weke Çiyayê Kurmênc jî tê nasîn, ku di warê çandiniyê de pir dewlemend e, bi çandina zeytûnên xwe tê nasîn. Efrîn di nava Kurdan de weke bajarê zeytûnan tê nasîn. Li herêma Efrînê bi milyonan darên zeytûnan hene û baxçeyên darên zeytûnê ku bi awayeke rêkûpêk hatine çandin, xemla herêmê bedewtir dike. Li gorî hin çavkaniyan derdora 22 milyon darên zeytûnê li Herêma Efrînê hene û debara gelê herêmê li ser van zeytûnan e.