Darbeya AKP’ê li Erzirom û Dersimê hate protestokirin
Pêkanînên darbeyê yên AKP’ê li Eziromê û Dersimê hate prostestokirin. Nûnerên televîzyon û radyoyên ku hatine girtin HDP ziyaret kirin.
Pêkanînên darbeyê yên AKP’ê li Eziromê û Dersimê hate prostestokirin. Nûnerên televîzyon û radyoyên ku hatine girtin HDP ziyaret kirin.
Li Qereyaziya Erziromê, têkildarî wezîfedarkirina qeyûman ên li ser şaredariyên DBP’yî, girtin û binçavkirin, girtin û weşandina TV û radyonên ku yên kurdî jî di nav de, bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniya ku bi sedan kes beşdarî wê bûn de, Hevserokê DBP’a Erziromê Muhlîs Kirmacî axivî. Kirmacî diyar kir ku, ew qeyûmên hatine tayînkirin bi ti awayî qebûl nakin û destnîşan kir ku ev li dijî vîna gel derbe ye.
Kirmacî, girtin û rawestandina weşana qenalên kurdî şermezar kir û got, dê li dijî van pêkûtiyan ew ê çalakiyên xwe yî demokratîk bidomînin û dest nîşan kir ku, îktîdara siyasî li dijî her kesê ku ne AKP’yî ye şidet û sepandinên çewisandinê dixe dewrê.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
DERSIM
Li Dersimê, 85 mamosteyên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) mafên wan hat xespkirin, ev 26 roj e çalakî tê lidarxistin. Di heman çalakiyê de îro ji bo girtina televîzyon û radyoyên muxalif jî çalakiya bêdengiyê hat lidarxistin. Bi sedan kesên li ser Yeralti Çarsiyê hatin gel hev, dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Pişt re dijî êrîş û pêkûtiyên arasteyî çapmeniya muxalif girse nîv saetê çalakiya bêdengiyê li dar xist.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Çapemaniya azad nayê tepisandin” bi dawî bû.
HDP ZIYARET KIRIN
Li aliyê din nûnerên Ozgur Radyo, Hayatin Sesî, TV 10, Azadî TV û Jiyan TV li Meclîsê Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdirîs Balûken ziyaret kirin. Balûken di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ti ferqa serdegirtinên îro ji aliyê polîsan ve tên kirin ji hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê li dar xistin nîne.”