DAIŞ, êrîşî gundên Ebû Fas û Marenezê kirin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên Ebû Fas ê girêdayî Şedadê û Marenez ê girêdayî Kantona Efrînê kirin.

YPG’ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên Ebû Fas ê girêdayî Şedadê û Marenez ê girêdayî Kantona Efrînê kirin.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“1’ê Cotmehê pişt nîvro çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya nêzî gundê Ebû Fas a giredayî Şedadê.

2’yê Cotmehê di saetên şevê de çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyeyê ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran û hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê.”