Dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê, ku ji Cerablûsê dest pê kir û di ser Raî re digihêje heta Exterînê, dewam dike. Vê dagirkeriyê du meh li dû xwe hişt. Heta niha bi dehan gund di bin navê 'hat rizgarkirin' de hatin xerakirin, şewitandin û talankirin. Bi vî rengî herêm ji mirovan hat paqijkirin. Mirovên nexwestin ji gundên xwe derkevin, ewilî hatin girtin, piştre bi rojan îşkenceyên giran li wan hat kirin, hin jê hatin kuştin, hin jî bi rengekî nema bên naskirin, hatin berdan.
KURD JI HERÊMÊ HATIN DERXISTIN
Derket holê ku dewleta Tirk û çeteyên wê, ji bo guhertina demografiya herêmê û derxistina Kurdan a ji herêmê, Cerablûs dagir kirine. Piştî ku Cerablûs hat dagirkirin, tişta ku di destpêkê de hat kirin, valakirina du taxên Kurdan ên li Cerablûsê bû. Serokê berê yê Meclîsê û parêzer Mahmûd Nebo di vê mijarê de van agahiyên balkêş dide: "Cerablûs bi xwe ji çar taxan pêk tê. Du ji van çar taxan bi giranî ji Kurdan pêk tên. Navê yekê ji wan Hara Cebel a din jî Heyya ye. Dema dagirkeriyê dest pê kir, ya ewilî hat kirin; derxistina Kurdan a ji vê herêmê bû. Mirovekî bi tenê jî li wir nehat hiştin. Em hemû neçar man birevin. Ji ber ku her kes digirtin. Bi tenê qesabek mabû, ew jî girtin. Wekî din çend kes ji malbata Berkel girtin. Li van taxên vala kirin, niha mirovên ji derve anîne bi cih dikin. Erdogan rabû got, 'penaberên Sûriyeyî li malên xwe vedigerin'. Cihê ku dibêjin xanî lê çêkirine, taxa Hara Cebel e ku em jê re dibêjin Kaş."
DAGIRKERÎ Û TALAN
Dagirkeriya li Cerablûsê di destpêkê de ber bi gundên navbera Cerablûs-Raî pêk hat. DAIŞ'ê xwe ji herêmê vekişand û gund ji hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê re hişt. Car carna daxuyanî dan û gotin 'DAIŞ'ê êrîş kir' û bi vê hincetê bi balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Zuxur, Helvaniye, Ereb Izê û El Wukuf barandin. Bi vê bomberdûmanê re gund hatine hilweşandin û gundî hatin koçberkirin. Bi her awayî dest danîn ser malên gel. Ev malên dihatin desteserkirin, radestî Tûgaya Sûltan Mûrad dihatin kirin. Sûltan Mûrad jî bi navê xenîmeta şer, ev malên gel ên desteser kiribû li qaşo hemû koman belav dikir. Lê belê ji şerê navbera Feylek El Şam û Sûltan Mûrad hat dîtin, ku rewş ne bi vî rengî ye. Her wiha nakokiya Ereb-Tirkmen a ji aliyê hêzên Tirk ve hat derxisitn, bû sedemeke vî şerî. Di nîqaşên rojên dawî de tê gotin, wê komên Ereb kom bi kom ji herêmê werin derxistin. Ji xwe ji ber vê yekê di navbera komên li Cerablûs, Raî û Ezazê de şer dest pê kiriye.
Piştî Raî, hêzên Tirk û çeteyên wê ji bo dagirkeriyê kûr û berfireh bikin, berê xwe dan Ezaz û Exterînê. Herêma navbera Ezaz û Exterînê herêma Şehba ye. Li vê herêmê bi qasî 217 gundên Kurdan hene. Serdestiya li herêma Şehba tê wateya gav bi gav pêkanîna serweriya li ser Helebê. Ev yek armancên Tayyîp Erdogan û Tirkiyeyê yên li ser Helebê nîşan dide. Artêşa Tirk û çeteyên wê, ku di ser Raî re ji bo dagirkirinê berê xwe dan Ezaz û ji wir jî çûn Exterînê, tevî ku şer neqewimî jî mîna ku di navbera wan û DAIŞ'ê de şer diqewime, nîşan dan. Piştre bi îdîaya 'DAIŞ'ê êrîş kir' bi balafirên şer, tank û topan gundên li herêmê bombe kirin. Ji ber vê bomberdûmanê bi dehan gund hilweşiyan. Mal û milkên gundiyan hatin desteserkirin. Gel ji herêmê hat derxistin. 5 hezar mirovên ji vê herêmê derbasî Efrînê bûn. Ji du kampên penaberan ên li Efrînê banga lezgîn a alîkariyê hat kirin.
GUND
Bi qasî 50 gund ji ber bomberdûmanê hatin xerakirin. Navên gundên hatine xerakirin û şewitandin bi vî rengî ne:
El Raî, Tel Ahmer, Şabaniyê, Mezaraa Şahin, Tel Battal, El Ahmediyê, Halfetli, Bixeydin, Kara Mezraa, El Xırbe, Hercelê, Havar Kîlîs, Îkîde, Şivarîn, Tilil Şam, Selamê, Yazibax, Maarin, El Selame, Niyara, Şivarix, Brişe, Kefer Qelbin, Kel Cibrin, Sendef, Marae, Delha, Kara kopru, Dudyan, Binbeyan, Heke, Sendera, Bihurta, Herdanê, Turken Barex, Exterin, El Beride, Mezraet Ela, Kaibe, Sındê, Tel Atiye, Tobran, El Wukuf, Tel Ar, Uveylin, Gidriş, Ziyadiyê, Tel Semir, Qentera, Karagoz, Sendere, Tel Şehir, Kisacik, Tat Humus.
Piranya gundên hatine valakirin û şewitandin gundên Kurdan e. Ev gund bi temamî ji mirovan hatine valakirin. Ev êrîş dişibin polîtîkaya valakirin û şewitandina gundan a salên 1990'î ya li Bakurê Kurdistanê. Artêşa Tirk û çeteyên wê, zilma bav û kalên xwe, zilma Osmaniyan li gundiyan dikin.
Gundên Yazibax, Maarin û Selamê yên hatine valakirin û dagirkirin li sînorê Efrînê ne. Hêzên Tirk û çeteyên wê yên ev gund dagir kirine, tevî van gundan, li dora gundên li sînorê navçeyên Bibil, Raco û Şiyê çeperan dikolin. Li aliyê din, di vê dagirkeriya ji nava Şehbayê û heta Exterînê de, tê xwestin hêzên Tirk û çeteyên wê xwe nêzî hêzên Kurd bikin. Ev yek jî weke 'Hêzên ev dagirkerî erê kirine, dixwazin hêzên artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî hêzên Kurd û QSD'ê şer bikin' tê şîrovekirin.