Dadgeha ku daxistina ceza ji bo kujerê Şerzan Kurd pêk anî di biryar xwe bi ya hincete wiha got: “Bi vî awayî baştire’ û îmze avêt binê biryareke din a sosret.
Xwenedekarê kurd Şerzan Kurd ku du sal berê li Muglayê bi guleya polîs hate qetilkirin, dadgehê di doza wî de tahliyekirina polîsên kujer Gultekîn Şahîn da û di biraya bi hincet de îmze avêt binê skandalekê. Dadgehê îdia kir ku bi awayî rastir e û derket holê ku hukma ‘alîkariya sûc’ ya TCK’ê ya berê li gorî cînayeta sala 2010’an pêk aniye û wisa şîrove kirine.
Şerzan Kurd du sal berê di encama gulebarandina polîsê kujer Gultekîn Şahîn de jiyana xwe ji dest dabû. Şahîn li Dadgeha Cezaya Giran a Yekemîn a Eskîşehîrê dihat darizandin û danişîna 7’ê îlonê ya dawî de rastî 8 sal ceza hatibû û hate tehliyekirin. Dadgehê bi formuleke balkêş daxistina ‘alîkariya sûc’ ji bo Şahîn pêk anî 8 sal ceza dabû. Derbarê biryara ku rê li ber nîqaşan vekiribû hukmê wê hate aşkerakirin.