Dadgeha Bilind cezayê Şaredarê bajaroka Pazarcixê Ayhan Erkmen yê BDP'yî erê kir. Erkmen li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Erziromê hatibû darizandin û 12 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lêhatibû birîn.
Cezayê Şaredarê bajaroka Pazarcixê yê navçeya Têgorê ya Qersê Ayhan Erkmen ên ku di 16'ê kanuna 2011'an de di serdegirtina mal û şaredariyê de hatibû binçavkirin û bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hatibû girtin, cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eziromê 12 sal û 5 meh cezayê girtîgehê ji Erkmen re birîbû. Di rûniştina duh li 9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind pêkhat de cezayê dadgehê li Erkmen hatî birîn erê kir.
Erkmen di 26'ê kanûna 2011'an de ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji peywirê hatibû dûrxistin.