Colemêrgiyan derabeyên xwe nevekirin

Colemêrgiyan derabeyên xwe nevekirin

Li navenda Colemêrgê welatî û esnafan ji bo cenazeyê gêrîlayên HPG'ê Hakan Turgut (Serhat Hakkarî) pêşwazî bike neçûn ser kar û derabeyên dikanên xwe nevekirin.

Esnaf û dikandarên Colemêrgê ji bo cenazeyê gêrîlayên HPG'ê Hakan Turgut (Serhat Hakkarî) pêşwazî bike neçûn ser kar û derabeyên dikanên xwe nevekirin. Cenazeyê gêrîla Serhat dê piştî nimêja înê ya sivîl li Goristana Serê Solan ya Taxa Sumbilê bê definkirin.

Di 6'ê Îlonê de li Çiyayê Kato şer derketibû û di şer de li gel gêrîla Hakan Turgut (Serhat Hakkarî) 7 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn.