ColdHackers ket malperên Artêşa Tirk

ColdHackers ket malperên Artêşa Tirk

Aktîvîstê înternetê yên kurd ColdHacker ketin sîstemên Fermandariya hêzên Bejayî, Derya û Cendermeyan û verî tabani kopî kir.

ColdHacker ve daxuyaniyek derbarê mijarê de da û destnîşan kir ku agahiyên verîtabaniya her sê fermandariyan bi dest xistine.

Lîsteya ji aliyê komê ve hate weşandin de ji Fermandariya Hêzên Cendermeyana 142, ji Fermandariya hêzên Behrê 142 û ji Fermandariya hêzên Bejayî jî 268 navên personelan cih digire.

Kesên di lîsteyên ku navê rutbeya wan jî nivîsandiye ji Çawişên Pispor, Serbaz, Yarbay, Albay û hemû generalan pêk tê.