Cizîriyan tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

Cizîriyan tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê endam û rêveberên BDP'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, li taxa Cûdi û Nûrê çalakî pêk anîn.

Bi sedan kesên ku di nav de endam û rêveberên BDP'ê jî hene li taxa Cûdî û Nûrê ya Cizîrê li hev kom bû û bi meşa meşaleyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Girseya bi dirûşme û dowîzan meşiya, heta Kolana Cûmhûriyetê çalakî pêk anî. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Apo jiyan nabe", "Deşta Cizîrê hêlîna apoyiyane" qêriyan. Girseyê Kolana Cûmhûriyetê li trafîkê girt. Girsê piştî demekê çalakî pêk anî dawî li çalakiyê anî.