Cizîra Botan bi coşa bêhempa Newrozê pîroz dike
Li Cizîrê bi deh hezaran kes bi şiyara "Êdî bes e ji Ocalan re azadî" Newrozê pîroz dike û pîrozbahî bi axaftin û muzîkê didome.
Li Cizîrê bi deh hezaran kes bi şiyara "Êdî bes e ji Ocalan re azadî" Newrozê pîroz dike û pîrozbahî bi axaftin û muzîkê didome.
Li Cizîrê bi deh hezaran kes bi şiyara "Êdî bes e ji Ocalan re azadî" Newrozê pîroz dike û pîrozbahî bi axaftin û muzîkê didom e. Parlementerê Hasîp Kaplan got ku di paketa hikumeta AKP'ê de faşîzm heye lê di paketa HDP'ê de azadî û wekhevî heye. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak gotina Mazlum Dogan a di Girtîgeha Amedê de got, "Hey zaliman ma hûn nizanin ku em dê serî li ber zilma we danên berxwedan jiyane jiyan berxwedan e" bi bîrxist.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku li qada Çarkendalê pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya deh hezaran kes dest pê kir. Bernameya pîrozbahiyê ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, di nava wan de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlementerê HDP'ê ya Şirnexê Hasîp Kaplan, hevşaredar û hevserokên rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyên Şirnexê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî heyî bi deh hezaran kes bi yek dengî dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin.
Axaftina vekirinê ya bernameyê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Cizîrê Mesût Nart kir. Nart, di kesayeta "Kawayê Hemdem" Mazlum Dogan de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got "Em dê di riya têkoşîna wan de Rêber Apo azad bikin." Piştre Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê Zozan Anik jî, cejna Newrozê yê hemû gelan pîroz kir.
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî axaftinek kurt kir û Cejna Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Ocalan, gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Îmret, silav li meşvanên ji bo "Azadiya Ocalan" heta Amedê ku ew bi xwe jî di navê de bû re şand û got ku dê ev meş bibe meşa azadiya Ocalan. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Alî Akdenîz jî, Newroza gel pîroz kir.
Parlementerê HDP'ê ya Şirnexê Hasîp Kaplan jî, axaftinê kir û bal kişand ser "Paketa ewlehiyê" û wiha got: "Em bang li Serokwezîr Davutoglu û hikumeta AKP'ê dikin; em dibêjin Davutoglu, aqilê xwe bidin serê xwe. Di paketa we de zilim heye, di paketa we de faşîzm heye, qedexekirin heye, qedexekirina zimanên zikmakî heye, di paketa we de çand û folklora gelê me qedexekirin heye. Lê di paketa HDP'ê de aşitî heye, azadî, wekhevî heye. Di paketa me de ujdan, exleq heye, em dê bi vê ferasetî Kurdistanê azad bikin."
Piştî axaftinan ji Navenda Çanda Mem û Zîn a Cizîrê Koma Nêrgizê Botan, bi sirûda "Ey reqîp" dest bi stranên xwe kirin. Li qadê bi deh hezaran kes bi coşek mezin li ber stranên hunermend Meral Tekçe, Koma Îsyan Ateşî û Pinar Aydinlar didom e.
IRMAK: KESÊN GOTIN PIRSGIRÊKA KURD TINE YE DAWİYA WAN HER KES DIZANE
Piştî strana Pinar Aydinlar, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axaftinek kir û wiha got: "Rûmeta gelê Kurdistanê gelê qehreman Cizîra Botan, Newroza we piroz be. Îro careke din em li hev kom bûne da ku daxwaza azadiya kurdistan û Rêber Apo biqêrin." Irmak, bal kişand ser dîroka pîrozkirina Newrozê û da zanîn ku ji dîrokê heta niha agirê Newrozê ji bo zilm û zordariya dehakan hatiye vêxistin û hatiye heta îro. Irmak, bal kişand ser berxwedana Mazlûm Dogan û wiha got: "Em dizanin Dehaqekî hemdem jî heye, lê hember Dehaqan di Girtîgeha Amedê de rêheval Mazlum Dogan bi sê niftan agir berda bedena xwe û wiha qêrî 'Hey zaliman ma hûn nizanin ku em dê serî li ber zilma we daneyinin, berxwedan jiyane jiyan berxwedan e'. Îro jî li Gireva Îmralî careke din agirê berxwedanê û azadiyê hate pêxistin, li derve jî jin û ciwanên kurd li çiyayan deşt û newalan agirê berxwedanê pêxistin û gotin ev pîrozbahiya berxwedana me ye. Newroz li gelê me li ciwan li av û axa Kurdistanê, li Rojhilat Navîn, Cîhan, li şehîdên Kurdistanê û Serok Apo pîroz be. Me heq kiriye ku em îro vê pîrozbahî pêk tînin. Me nehişt ku dehaqên hemdem zilma xwe li ser gelê kurd bidom e."
Irmak bal kişand ser daxuyaniya Serokomar Erdogan a "Pirsgirêka kurd tune ye" û ev tişt gotin: "Serok Komar Erdogan derdikeve dibêje pirsgirêkên cur bi cur hene lê pirsgirêka kurd tune ye me xilas kiriye. Em jî dibêjin Tansu Çilleran gotibû 'Na dê biqedin an dê biqedin' lê ew bixwe qediya. Yên dibêjin pirsgirêka kurd tune ye lê dawiya wan çibû. Her kes dizane yên vê peyvê bi kar tîne dawiya wan çi dibe. Hûnê jî wek e Çilleran di meşa têkoşîna azadiya kurdan de tune bibin.
Pirsgirekên cur bi cur heye lê me wan pirsgirêkan xilas kiriye. An dê pirsgirêka kurd dê biqede an dê biqede, ew bixwe qediyan. Hey Erdogan dê dawiya te bibe dawiya Tansu Çiller an, di zanîstiya kurdan de dê di meşa azadiya kurdan de tune bibe. " Irmak, diyar kir ku her çiqas berxwedana gelê kurd bilind dibe kesên xêrnexwaz jî bi lêstokên xwe yên qirêj derdikevin qadan. Irmak, wiha got: "Lê bila Erdogan, Davutoglu, kesên provokatîf baş zanibin, heke hûn li Cizîra Botan bixwazin lêstokên xwe yên qirêj bixin dewrê, hûn bi agir bilîzîn bi agir."
Irmak, meşvanên ji bo "Ji Ocalan re azadî" ya ber bi Amedê ve dimeşin re jî silav şand û got ku ew dê bi gavên wan re Rêber Apo bi gelê kurd re di nava gul û kulîlkên Cizîra Botan de Cejna Newrozê pîroz bikin. Piştî axaftina Irmak, komek ciwan ên rûyên wan bi puşiyan girtî derketin ser dikê û gotin "Em wek ciwanên azad, ciwanên Kurdistanê, ciwanên Rêber Apo serî li hember faşîzmê daneyinin. Em wek rêhevalên Arîn Mîrxanan li Cizîra Botan agirê azadiyê her tim gurtir bikin."
Piştî axaftinan, hunermend Kawa derket ser dikê û bi stranên xwe yên tevgerî deh hezaran ên li qadê coşand. Pîrozbahî li ber stranan govend gerandinê bi dawiyê ve diçe.