Polîsên ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li gelek noqteyan nobetê digirin, weke din heya sibehê li nava taxan jî dewriye geriyan.
Polîsên ku li navçeya Cizîr ya Şirnexê ewlekariyên awarte girtin, li gelek noqteyên navçeyê biwesayîtên zirxî nobetê digirin. Tîmên tevgera taybet jî ku li cihê nobetê dimînin, bikeyfî wesayîta dirawestînin û lêgerînê dikin. Li aliyê din jî polîsên ku heya sibehê di nava taxan de dewriyeyê gerin jî rûniştvana diltirs dike.