Çiyayê Zel tê bombebarankirin

Çiyayê Zel tê bombebarankirin

Hate ragihandin ku, Çiyayê Zel yê gundê Alacik yê Dêrsimê ji aliyê helîkopterên kobra ve tê bombebarankirin.

Piştî şevê din li dijî 2 qereqolan êrîşên hemwext pêk hatin li hemberî geliyê Roj û Pilemuriyê operasyona leşkerî hate despêkirin û operasyon berdewam dike. Hate hînbûn ku Çiyayê Zel yê gundê Alacikê yê Dêrsimê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin. Ji ber operasyonê û bombebaranê rê ji tirafîkê hate girtin. Wesayîtên ji Dêrsimê tên li ketina Qereqola Cendirmeyan ya Şehîd Mehmet û wesayîtên ji aliyê Erzînganê tên li ser Pira Kirmiz ya navçeya Pilemuriyeyê tên sekinandin.