Çiyayê Kizwanan bi temamî hat rizgarkirin

Navenda Çepemeniya YPG’ê diyar kir ku Çiyayê Kizwanan bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin û di şer û pevçûnên li Kobanê û Cizîrê derbeyên giran li çeteyan dane, 42 çete hatine kuştin.

Navenda Çepemeniya YPG’ê diyar kir ku Çiyayê Kizwanan bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin û di şer û pevçûnên li Kobanê û Cizîrê derbeyên giran li çeteyan dane, 42 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê berxwedana li herêmên Cizîrê û Kobanê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Daxuyaniya navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:

“Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 14’an de bi serketî berdewam dike.

Hêzên me yên li qadên cuda derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin, şevê din li hember Çiyayê Abdulazîzê operasyonek li dar xistin. Du navbera hêzên me yên bi du baskan ve ji bakurê Çiyayê Evdilezîzê (Kezwan) pêşveçûn û komên çeteyan de pevçûnên dijwar rû dan.

Şevê din hêzên me gundê Xerra yê li qûntarê Çiyaye Evdilezîzê ji çeteyan paqij kirin û ber bi lûtkeyê çiyê ve pêşve çûn. Hêzên me piştî pevçûnên dijwar girên stratejîk ên Izea û Radar ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di van pevçûnan de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vir 6 termê çeteyan bi dest xistin.

Baskê duyemîn ê êrîşê ku ber bi Çiyayê Evdilezîzê pêşve diçû jî gundên Tal’a, Meraqib û Medîne ji çeteyan paqij kir. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vir jî nehatiye zelalkirin. Di pevçûnên gundê Meraqib de hêzên me 5 termên çeteyan bi dest xistin.

Hêzên me îro di seatên nîvro de Çiyaye Evdilezîzê bi temamî ji çeteyan paqij kirin û bi vî awayî serketinek din a dîrokî bi dest xistin.

Di pevçûnên rizgarkirinê de 2 rêhevalên me yên ku operasyona rizgarkirina Çiyayê Evdilezîzê de bi werekî û bîryardariyek mezin tedikoşiyan bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê.

Komên çete ku li hember hêzên me derbên giran xwarin şevê din bi êrîşên xwe yên li ser xeta sînor a Serêkaniyê ve xwestin encamek bigirin. Hêzên me ev êrîşên ku li qada Til Xenzir, Til Bîlal û Til Boxa yên li ser xeta sînor  jî derbên giran li çeteyan xistin. Li qadê pevçûnên dijwar rû dan, panzerek û 4 maşîneyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin. Bi qasî hat zelalkirin, li vê qadê 20 çete hatin kuştin.

BERXWEDANA KOBANÊ

YPG’ê têkildarî  şer û pevçûnên li herêma Kobanê jî got: “Berxwedana bi armanca derxistina rêxistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî tên meşandin û di roja xwe ya 247’an de de berdewam dike.

Hêzên me şevê din li rojhilatê Kobanê operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyone de gundê Mencûkê ji çeteyan hat paqijkirin. Pevçûnên li vê qadê, bi qasî hat zelalkirin 11 çete hatin kuştin. Hêzên me tevî 2 termên çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, 1 roketavêja B7 û 6 guleyên wê, 400 fîşekên BKC, 3 dûrbîna termal, 1 maşîneya teqemenî barkirî û maşînekî leşkerî ya çeteyan.

Komên çeteyan derdor seat 03’ê li başûrê Kobanê êrîşêk li dar xistin. Pevçûnên piştî van êrîşên li hember gundê Qilhaydê, Nûrelî, Zerik û derdora van gundan destpê kir, bi dijwarî berdewam dike.ˮ