Çiyayê Katoyê tê bombarankirin

Çiyayê Katoyê tê bombarankirin

Li navçeya Bêşebabê ku 23 rojin şer dest pê kiriye berdewam dike. Li herêmê ji Fermandariya Tugayê ya Navçeya Elkê bombeyên obus û hawanê tên avêtin û Çiyayê Katoyê tê bombekirin.

Li navçeya Bêşebabê ya Şirnexê 23 roj in şer û operasyon berdewam dikin. Piştî ku gerîlayan li dijî qereqol, lojman û avahiyên polîs û leşkeran êrîş pêk anî, şer û operasyon didomin. Îşev jî dîsa leşkerên fermandariya Tugaya Elbakê li Çiyayê Katoyê bombe barandin. Welatê ketin malên xwe û maşîneyên zirxî yên polîsan li nava bajar digerin.