Ciwanên Şoreşger dê Rojava biparêzin

Ciwanên Şoreşger dê Rojava biparêzin

Endamê Kordînasyona Ciwanên Şoreşger Harun Qamişlo, diyar kir ku ew dixwazin hemû ciwanên li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin bikin û destkeftiyên gelê kurd biparêzin. Qamişlo, destnîşan kir ku her wiha ewê ciwanan ji bin bandora hêzên derve û hewldanên dejenerebûnê rizgar bikin û ji bo vê di kongreyê de gelek biryar girtine.

Li Rojavayê Kurdistanê tevgera ciwanan hewl dide ku di her qadek jiyanê de xwe birêxistin bike û di çareseriya pirsgirêkan de bibe xwedî hêzek mezin. Ciwanên ku ev nêzî 10 salan e têkoşîna xwe dimeşînin, destpêkê di bin navê “Tevgera Ciwanên Demokratîk” de hatin cem. Di vê demê de wekî tekane rêxistina ciwanan a li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek zext û pêkutiyên rejîma Baas hatin. Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re jî, derfetên wan zêde bûn rêxistina xwe mezin kir. Li gorî vê navê rêxistinê jî di tîrmeha sala 2011’an de wekî, “Komalên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK” hate guhertin. Ciwanên ku ji wê dîrokê û vir ve gelek xebat meşandin û rêxistina wan her ku diçû zêde bû, di rojên borî de kongreya xwe ya asayî lidar xist.

Di vê kongreyê de jî guhertin hatin kirin. Navê rêxistinê wekî “Tevgera Ciwanên Şoreşger (Ciwanên Şoreşger)” hate guhertin guhertin, her wiha al û rêziknameya rêxistinê jî ji nû ve hate diyarkirin. Endamê Kordînasyona Ciwanên Şoreşger Harun Qamişlo derbarê sedemên van guhertinan, planên wan ên pêşerojê û pirsgirêkên hene de pirsên ANF’ê bersivandin.

We di kongreya xwe de navê tevgera xwe û ala wê guhert, dîsa rêzikname hate nûkirin. Ev guhertin ji kîjan pêdiviyan derket holê?

Wekî tê zanîn li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê her roja diçe şert û merc diguherin, bi vê ve girêdayî rêxistina me jî berfireh dibe. Piştî ku di 19’ê Tîrmehê de gel rêveberiyên bajarên Kurdistanê bi dest xistin, nîqaşên berê yên derbarê kurdan de jî guherîn. Hemû hêzan ji bo Sûriyeyek nû nîqaş meşandin, proje pêş xistin. Dîsa li hemberî gelê me êrîş hene, xeterî zêde ne. Rêxistina me jî mezin bû. Ji ber van sedeman me jî wekî tevgera ciwanan, ji bo ku ji vê pêvajoyê re bibin bersiv û destkeftiyên xwe biparêzin, pêdivî bi guhertinek wiha dît. Di vê çarçoveyê de me li hemû bajaran konferans çêkirin, di encama van konferansan de jî me kongreya xwe li dar xist. Guhertina nav, al û peymannayê jî li gorî şert û mercan û encamên konferansan pêk hat.

LI ROJAVA CIWANÊN ŞOREŞGER FERZ E

Çima navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger”, yanî ev nav dê guhertinan çêbike?

Merheleya dema pêş, li Rojavayê Kurdistanê ciwanên şoreşger ferz dike. Ger ku di kesayetiya ciwanan de pîvanên şoreşgerî û fedaîtiyê tunebin, em nikarin bibin bersiva pêvajoyê û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Em jî dixwazin hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê bikin xwedî kesayetiyek şoreşgerî. Di vê çarçoveyê de me rewşa xwe ya rêxistinî di ber çavan re derbas kir û pêdivî pê dît ku nav jî wekî “Tevgera Ciwanên Şoreşger” bê guhertin.

DIXWAZIN CIWANA TÊXIN DAVIKA FUHÛŞ Û TIRYAKÊ

Baş e, taluke û xeteriyên li pêşiya ciwanan disekinin çi ne?

Ger ku ciwanên me birêxistinkirî nebin û di zanebûna pêvajoyê de nebin, her wiha baweriya wan bi serkeftinê nebe, ev xeteriya herî mezin e. Li ser gelê me xeteriyên gelekî mezin hene. Tu hêzek tiştekî nade kurdan û di nîzama nû de jî bi hêsanî kurdan qebûl nakin. Niha hinek hêz dixwazin li Kurdistanê sîstemek wekî ya cerdevaniyê ava bikin, çeteyan derdixînin holê. Di vir de jî ciwan têne bikaranîn. Hevalê me Çekdar Amed jî di encama êrîşa van hêzan de şehîd ket. Li Rojhilata Navîn de ji bo ku em jî bibin xwedî gotin û maf divê em wekî ciwanan xwe bi rêxistin bikin. Dîsa hem bandora nebaş a sîstema Baas li ser ciwanan hene, hewldanên dejerenbûnê hene, hinek dixwazin ciwanan bixin nav xefka madeyên tiryakê, fuhuşê û hwd. Ev hemû talûke ne.

Li hemberî van hewldanan, we wekî rêxistinê, heta niha çi xebat meşandin, her wiha we di kongreyê de di vê mijarê çi biryar girtin, hunê xebatên çawa bimeşînin?

Li tevahiya Rojavayê Kurdistanê xebatên me tên meşandin û li hemû bajaran rêxistina me heye. Me meclîsên ciwanan û komun ava kirin, bi kurtasî me bedena rêxistinê ava kir, kongre jî pêngava herî dawî bû. Lê bêguman xebatên me têrî nakin. Gelek hêz dixwazin li ser ciwanên me polîtîkayên qirêj bimeşînin, dixwazin ciwanan li gorî berjewandiyên xwe bikar bînin, dejenere bikin. Di van mijaran de jî me pêngavên wekî, “em kolanên xwe bi parêzin, paqij bikin” avêtin.

Heta niha di van mijaran de me gelek perwerde dane. Ji niha û pê de jî em ê van xebatan zêdetir bikin. Ji bo ku ciwan ji bin bandora van polîtîkayan derkevin û bigihîjin cewhera xwe, di gelek mijaran de em ê perwerde û semîneran bidin. Em li dijî pêkanînên wekî fuhuş û madeyên tiryakê jî xwedî helwest in û ji niha û pê de jî dê helwesta me tund be.

Di kongreyê de jî di van mijaran de biryarên girîng hatin girtin. Di warê siyasî de li dijî hêzên dagirker heta dawiyê dê têkoşîn bê meşandin. Hêzên ku dixwazin li ser gelê me lîstikan pêk bînin hene. Em ê wekî ciwanan li dijî vana jî têkoşînek xurt bimeşînin. Dîsa di mijarên civakî, parastin û perwerdeyê de jî me biryarên girîng girtine. Jixwe heta niha di van mijaran de hinek xebatên me hebûn, me ev xebat hîn birêkûpêktir kirin. Di vê çarçoveyê de komîte hatine avakirin.

EM YPG’Ê FERMÎ DIBÎNIN

Di van demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê li ser parastinê bi taybetî jî li ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nîqaş tên meşandin. Gelê Rojava hemû YPG’ê wekî hêza fermî dibîne, lê hinek derdor nîqaşên cuda dimeşînin. Ji ber ku di hêzên parastinê de zêdetirîn ciwan cih digirin, ev mijar di rojeva we de jî heye bawer im. Nêrîna we ya di vê mijarê de çiye gelo?

Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger, li Rojavayê Kurdistanê hêza herî birêxistinkirî û fermî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibînin. Ji ber ku xwedî helwestek fedaî ne. Ew jî dixwazin gel bi parêzin, em jî wekî tevgera ciwanan dixwazin gel biparêzin. Jixwe parastin piranî li ser ciwanan tê meşandin, loma carinan bi wan re pêwendiyên me çêdibin. Hemû endamên wan bi dildarî kar dikin, tu pereyan nagirin, ji aliyê hêzên derve ve nehatiye avakirin. Niha yên pereyan digirin, gel esas nagirin, yên girêdayî hêzên derve, berjewendiyên wan hêzan diparêzin. Di YPG’ê de ev tune ye, di vê mijarê de wekî li Helep, Efrîn û Dêrîkê hate dîtin jî gelek bedel dane. Loma baweriya me pê heye û em heta dawiyê piştgiriyê didinê. Pêdivî pê hebe, em ê hemû tevlî bibin. Divê hemû ciwan jî bi vî rengî bibînin.

ERKA ME PARASTINA DESTKEFTIYÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ NE

Di dawiyê de peyama we ji bo ciwanan çi ye?

Gelê me di pêvajoyek xeternak re derbas dibe. Li Kurdistanê ev bi dehan salan e li ser gel komkujî tên meşandin, mînakên wekî Qamişlo hene, serhildan û têkoşîna li dijî van jî heye. Lê tişta girîng ew e ku li hemberî van rastiyan tu hêzekê pirsa kurdan nekiriye û pirsgirêka wan ne aniye rojevê, ji bo çareseriyê pêngav ne avêtine. Loma tekane riya çareseriyê em bixwe ne. Ji bilî hêza me bi xwe tu hêzek me rizgar nake. Ji ber vê jî divê em xwe birêxistin bikin, di nava rêxistinên xwe de cîh bigirin. Bila tu ciwan çareseriyê li derveyî welat nebînin û neçin welatên din, her wiha bila nebêjin “em ji ber ewlekariyê û neçûna leşkeriya rejîmê diçin derveyî welat”. Deriyê tevgera me ji hemû beşên ciwanan re vekirî ye. Erka me parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ne, loma divê hemû ciwan di nava tevgera me de cihê xwe bigirin da ku em şoreşê biser bixin û bandorê li ser perçeyên din ên Kurdistanê jî bikin.