Tevgera Ciwanên Şoreşger (Ciwanên Şoreşger) di çarçoveya kampanyaya ku dê hezar ciwanan tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin de, li bajarê Hesekê 15 taxim tevlî YPG’ê kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qonaxek bi hesas tê jiyandin û hemû dewletên dijminên kurdan li hemberî şoreşa Rojavayê Kurdistanê êrîşên cur bi cur pêk tînin. Di daxuyaniyê de êrîşên ku li
Heleb, Efrîn û herî dawiyê jî li Serêkaniyê mînak hatin nîşandan û wiha hat gotin: “Di demên nêzîk de komên çekdarên ên ji aliyê desthilatdariya hikûmeta AKP’ê ya Tirkiyê ve hatine biçek kirin ji Serêkaniya bakur ve ketin bajarê Serêkaniya Rojava. Êrîşên wan li dijî deskeftiyên gelê Kurd ên Rojava û qutkirina ji hev a herêmên Cezîr, Efrîn û Kobanê bû.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ciwanên Şoreşger li dijî van êrîşan bi dirûşmeya “Çi êrîş bi ser me de werin bila werin, ji kû alî were bila were, em ê civaka xwe, bajarên xwe bi parêzin” xurtkirin û mezinkirina YPG’ê jixwe re kiriye armanca yekemîn.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li ser vê bingehê Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Hesekê 15 taxim telvî YPG’ê kirine.