Ciwanên Sosyalîst plan dikin ku li Roboskiyê muzeya şermê çêbikin

Ciwanên Sosyalîst plan dikin ku li Roboskiyê muzeya şermê çêbikin

Heyeta Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ku hefteyekê li Roboskiyê man gotin, “Ji bo avakirina muzeya şermê em dê Biharê dîsan vegerîn” û ji Roboskiyê veqetiyan.

Heyeta Ciwanên Sosyalîst serdanên xwe yên li Roboskiyê bidawî kirin. Ciwanên Sosyalîst şeva dawî beriya ku ji gund veqetin, li ber agir bi ciwanên Roboskiyê re sohbet kirin.

Civîna ku Ciwanên Sosyalîst bi ciwanên Roboskiyê re li ber agir pêkanî, bi lorînên Kurdî û Tirkî, sond û strana destpê kir. Li ser navê heyetê endamê Ciwanên Sosyalîst Cebraîl Gunebakan vegot ku, ew weke ciwanên sosyalîst ji destpêkê ve komkujiya Roboskiyê li Tirkiyeyê şermezar dikin û ji bo berpirsyar bêne ceza kirin tekoşînê didin. Gunebakan diyarkir ku, “Êşa Roboskiyan êşa me ciwanên sosyalîste jî. Me tekoşîna we û komkujiya we jiyan kiriye, li zanîngehên rojava, kolana û semtan ji ciwanên Tirk re vegot. Dewlet hewil dide hevgirtina navbera gelê Tirk û Kurd de asteng bike. Dema ku em hatin vir jî em rastî wan astengiyan hatin. Ev çalakî me bêzar nakin. Aha niha ciwanên Tirk û Kurd li rex heman agirî, heman çayê vedixwin û heman sondan dibêjin. Ji vê rojê pêde jî ew dê xwedî li daxwazên mafdar yên gelê Kurd derbikevin û dê di vê çarçoveyê de tekoşînê bikîn.”

‘EM DÊ BIHARÊ DÎSAN VEGERIN’

Ciwanên Sosyalîst diyarkirin ku, ew dê careke din vegerin Roboskiyê û destnîşankirin ku, ji bo komkujî neyê jibîr kirin û careke din êşên wisan neyên jiyan kirin ew dê li rex goristanê “muzeya şermê” ava bikin.

Li ser navê ciwanên Roboskiyê Velî Encu axavî û da zanîn ku, “Hatina ciwanên sosyalîst ya Roboskiyê ji bo tekoşîna cezakirina berpirsên komkujiyê pêngavekê wêdetir avêtine. Li vê 5 roje mayîna we û mal bi mal gerîna we, parvekirina êşan hem em serbilind kirin û him jî em hestiyar kirin.”

Heyeta ciwanên sosyalîst yek bi yek xatira xwe ji ciwanên Roboskiyê xwestin û bi daxwaza “Dê meha Gulanê dîsan hev bibînin” ji Roboskiyê veqetiyan.