Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Sûriye yên ku Kurd lê hene diparêze, her ku diçe berfirehtir dibe. Ji ber berxwedana YPG’ê ya li hemberî êrîşan, eleqeya gelê Rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Bi sedan ciwanên Kurd bi awayeke komî tevlî nava refên YPG’ê dibin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger roja 16’ê berfanbarê li bajarê Qamişlo bi slogana "Parastina me hebûna me ye" xwepêşandaneke girseyî li dar xistin Bi sedan kesên tevlî xwepêşandanê bûn, hêrsa xwe li dijî êrîşên komên çete anîn ziman û piştgirî dan berxwedana Yekîneyên Parastina Gel.
Piştî xwepêşandanê, 15 komên girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi merasîmeke fermî tevlî nava refên YPG bûn. Bi heman armancê li bajarê Helebê jî 120 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî YPG bûn.
Yek ji fermandarên jin yên Yekîneyên Parastina Gel-YPG jî di merasîmê de helwesta endamên Ciwanên Şoreşger weke erka netewî ya li hemberî şoreşa Rojavayê Kurdistanê binav kir.
Li bajarê Sûriye Helebê jî, 120 endamên ciwanên Şoreşger tevlîbûna xwe ya nava refên YPG'ê ragihandin. Der barê mijarê de Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma Helebê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de berxwedana YPG'ê ya li hemberî êrîşa komên çete li Serêkaniyê hat silavkirin. Her wiha hat gotin, ciwanên Kurd li her deverê ji bo parastina nirx û destketiyên şoreşê wê bi awayekî çalak cihê xwe di nava refên YPG'ê de bigrin.
Herî dawî roja 14’ê berfanbarê li bajarê Amûdê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi merasîmekê beşdarî nava refên Yekîneyên Parastinê bûn.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan û gelên din diparêzin. YGP’ê di 19’ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû. Her wiha, YPG li hemberî êrîşên rejîma Esad ên li hemberî Kurdan û hemû êrîşên komên çete çalakiyên bersivdanê pêk tîne. Heta niha 8 tûgayên YPG’ê hatine avakirin:
Li herêma Efrînê Tugayên "Şehîd Çekdar" û "Şehîd Nalîn", Li herêma Dêrikê Tugayên "Şehîd Lewend" û "Şehîd Bawer", Li Qamişlo Tugaya "Şehîd Sarya", Li Kobanê Tugaya "Şehîd Sadiq", li Serêkaniyê Tugaya "Şehîd Abid Xelîl"