Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustam ji bo şermezarkirina qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ciwanên wargehê meşiyan
Bi organîzasyona Komalên Ciwan a Wargehê, ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem duh saet 16.00’an bi meşeke mezin komkujiya li Parîsa Fransa ya li hemberî yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan, û jina ciwan Leyla Soylemez pêk hat, şermezar kirin.
Ciwanên wargehê, bi alên PKK’ê KCK’e, HPG’ê, pankart û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de timûtim, dirûşmayên “Ey Şehîd Xwîna we li erdê namîne”, “Tolhildan, Tolhildan”, “Bijî Serok Apo”, “Qatîl Erdogan”, Şehîd Namirin” hatin gotin.
Li cihê meşê Endamê Komalên Ciwan, Bawer Unver daxuyaniyek da. Unver dest nîşan kir ku ew dizanin komkujî bi destê dewleta Tirk û hevalbendên wê ve hatiye kirin û got, “Wê tu êrîş me ji meşa me ya azadiyê dûr nexe. Lê belê, em wek ciwanên Kurdistan, didin nîşandan ku wê komkuj hesabê vê komkujiyê bi awayekî dijwar bidin.”