Ciwanên Cizîrê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya Hezexê girtin û bi polîsan re ketin pevçûnê. Ciwanên Cizîrê bi çalakiyê ketin sala 2013’an.
Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya herî dawî ya sala 2012’an û ya sala nû ya 2013’an li navçeya Cizîr ya Şirnexê pêkhat. Şeva din bi dehan ciwanên rûpûş bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Ocalan” li taxên Nûr û Cûdî hatin gel hev. Rêya Hezexê bi bendan her du rê li trafîkê girtin. Ciwanên ku agir pêkxistin û wesayît rawestandin, gelek polîs bi wesayîtên zirxî yên akrep û TOMA’yan êrîşî ciwana kirin. Polîsên ku bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin, ciwana jî bi kevir û molotofan bersiv da. Pevçûnên ku bi demjimêran dom kirin, ji ber molofan agir bi wesayîtên polîsan ketin û wesayîtên TOMA ew temirandin.
POLÎSAN BOMBEYA DENG AVÊT CIWANA
Polîsan cismekî wekî bombeya gazê avête ciwana û ew cisim bi dengekî mezin teqiya. Di pevçûnan de ciwan û polîsan cihên lê bûn parastin. Balkêş bû ku, ciwana bi sondan dîlan girêdan, polîsan jî strana “olurum Turkiyem (Ji bo Tirkiyeya xwe dimirim)” pêxistin. Di çalakiya ku ji bo Ocalan û PKK’ê slogan hatin avêtin, bi belavbûna ciwana çalakî bidawî bû.