Piştî merasima cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Gerdan Oyman yê ku di pevçûna li Çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Cizîrê bûyer derketin û heya direngî şevê dom kirin.
Ji 5 gêrîlayên HPG’ê Gerdan Oyman yê di 5’ê Mijdarê de li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dabû, li Cizîrê duh piştî cenazeyê gêrîla Oyman bûyer derketin û pevçûna heya direngî şevê dom kir.
Ciwanên ku rêya Cizîr-Hezexê girtin, ji bo PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan avêtin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwana kir.
Dema ku li vê herêmê pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de dom dikirin, ciwanên li nêzî cadeya Nisêbênî û otogara navçeyê rê li trafîkê girtibûn bi molotof û guleyên hewayî bersiva polîsên xwestin bi wesayîtên zirxî êrîşî wan bike kirin.
Hate dîtin ku, di encama bersiv dayîna ciwana de agir bi wesayîtên zirxî ket.
Di navbera ciwanên ku bend danîn û kontrola nasnameyan kirin û polîsan de pevçûna heya demjimêrên direng yên şevê dom kir.