Ciwan û zarokan lanet li komkujiyê anîn
Ciwan û zarokên Fîskaya yên Amedê, hatin ber avahiya HDP'ê ya Amedê û lanet li komkujiyê anîn. Ciwan û zarokan gotin, "Em ê behdê bi serê we de hilweşînin."

Bi sedan ciwan û zarokên semta Fîskayayê, bi qîrîna dirûşmeyan lanet li êrîşên bombeyî yên duh anîn û xwestin hesap ji berpirsyaran bê pirsîn. Ciwan û zarok ber bi avahiya HDP'ê ya Bajêr ve meşiyan û destnîşan kir ku ew destekê didin HDP'ê, ji bo hilweşandina bendê ya ji destê wan tê ew ê bikin û neyên provokasyonan.
Ciwan û zarok li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr ji aliyê endamên HDP, DBP û DEM-GENÇ'ê ve hatin pêşwazîkirin. Endamê DEM-GENÇ'ê Serdar Dundar li vir daxuyaniyek da û ji ber desteka hat nîşandan spasiyên xwe pêşkêşî ciwan û zarokan kir. Dundar diyar kir ku girîng e ew xwe ji helwest û nêzîkatiyên dikarin rê li ber provokasyonan veke vegirin û destnîşan kir ku divê ciwan bi nêzîkatiyeke berpirsyar, sindoqan biparêzin.
Piştî daxuyaniyê, ji bo bîranîna welatiyên di teqînên duh de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Ciwan piştre bêyî bûyerek biqewime, belav bûn.