Civyan: Li dijî dijminê hevpar divê em bibin yek
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan got, "Eger em dixwazin Şengal azad bibe, divê em cihêrengiya xwe ya siyasî, îdeolojîk û rêxistinî deynin aliyekî û hêzên xwe bikin yek."
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan got, "Eger em dixwazin Şengal azad bibe, divê em cihêrengiya xwe ya siyasî, îdeolojîk û rêxistinî deynin aliyekî û hêzên xwe bikin yek."
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan destnîşan kir ku ji bo azadiya Şengalê yekîtiya hêzên Kurd şert e û got, "Em dikarin Şengalê biparêzin, çeteyan ji vê qadê derxînin. Pêwîste yekîtiya leşkerî di qada siyasî de jî hebe. Eger em dixwazin Şengal azad bibe, divê em cihêrengiya xwe ya siyasî, îdeolojîk û rêxistinî deynin aliyekî û hêzên xwe bikin yek."
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan, rewşa li eniya Şengalê û hewldanên ji bo azadiya Şengalê divê werin kirin, ji ANF'ê re nirxand.
Civyan bibîr xist ku bi vebûna korîdora însanî ya 19'ê Kanûnê re wan xwe ji bo pêngava azadkirina Şengalê amade kirine û got, "Hêzên me li navenda bajarê Şengalê çalakî lidar xistin. Hêzeke me ya ji tabûrekê beşdarî pevçûnên li navenda Şengalê bû. Bi armanca azadkirina herêmên ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, em ketin navenda Şengalê."
Civyan da zanîn ku di rewşa heyî de wan qadên niha di bin kontrola wan de bi pêngavê re azad kirine û got, "Li hin cihan bi tenê hêzên me, li hin cihan bi tenê pêşmerge, li hin cihan jî hem em, hem pêşmerge, li hin deveran jî bi tenê hêzên YBŞ'ê hene. Her wiha ji bo desteka lojîstîk û tenduristiyê jî hêzeke YPG'ê heye. Lê belêp iştî demekê YPG'ê hêza xwe vekişand qada parastina korîdorê. Niha li Şengalê hêzên HPG, YJA STAR, YBŞ, YPJ-Şengal, pêşmergeyên ser bi YNK û PDK'ê û hin civatên Êzidî hene."
Fermandar Egîd Civyan diyar kir ku her çend niha li Şengalê heyîtiyeke hêzên Kurd hene jî ev yekîtî fermî nîne û ev xal destnîşan kir: "Di nava xebatê de yekîtiyek heye. Di Operasyona Azadkirina Şengalê de çawa ku ne fermî lê di nava yekîtiyê de em tevgeriyan, niha jî yekîtiyeke bi vî rengî dewam dike. Ji ber ku hemû hêzên li Şengalê şer dikin, hêzên Kurd in. Dijminê me hemûyan yek e. Dibe ku ji aliyê siyasî, polîtîk, îdeolojîk û rêxistinî ve em ji hev cuda bin. Lê belê dijminê me yek e. Divê em vê rastiyê qebûl bikin."
Civyan bibîr xist ku heta niha li eniya Şengalê 23 gerîla û 2 hevalên wan ên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dane û got, "Ji pêşmergeyan jî şehîd çêbûn. Di Operasyona Azadkirina Şengalê de 50 şehîdên me çêbûn. Ji destpêkê ve eger me karibûya bi hêzên pêşmerge ve fermandariyeke hevpar ava kiribûna, dibe ku me ewqas şehîd nedabûna û Şengal azad kiribûna."
Civyan anî ziman ku li Şengalê fermandariya hevpar û parastina hevpar di nava partiyên siyasî de hînê pêk nehatiye û destnîşan kir ku sedema herî girîng a pêknehatina vê jî, nebûna nêrîneke bi vî rengî ya PDK'ê ye.
Fermandarê HPG'ê da xuyakirin ku her çend di vî warî de wan pêşniyar kirine jî, nekarîn bi hêzên pêşmergeyan re rûnên û got, "Tevî ku li eniya şer em bi mehan re li gel pêşmergeyan man, bi hev re li heman mewziyê li dijî çeteyan şer kirin jî, ev yekîtî fermî nebû. Gelek sedemên vê hene. PDK'ê sedemên xwe jî bi rêya çapemeniyê bi awayekî fermî ji tevahiya raya giştî re ragihand. Dan xuyakirin ku Şengal a wan e, lewma divê hêzên gerîla ji Şengalê derkevin."
Civyan diyar kir ku ew tevgereke neteweyî ne û got, "Li ku derê li hemberî gelê me êrîşek were kirin, em bi parastina gelê xwe re berpirsyar in. Şengal jî parçeyekeî Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em ji bo parastina civata xwe ya Êzidî hatin vê derê. Her çend ji aliyê çand û baweriyê ve gelê me yê li vir dijî cuda be jî, ev der parçeyekî xweser ê Başûrê Kurdistanê ye. Ev gel gelê me ye. Divê em gotinên hin kesan, hin derdoran li pêşiya operasyona xwe ya azadiyê re nekin asteng."
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bêbaweriya hêzên pêşmergeyan a di mijara azadkirin û parastina Şengalê de û got, "Ji bo azadkirina Şengalê li benda alîkariya hêzên derve ne. Dibêjin ku piştî azadkirina Şengalê wê nikaribin Şengalê biparêzin. Pêwîste hêzên pêşmerge êdî dawî li vê feraset û helwestê bîne. Eger hatibin Şengalê divê bi hemû hêza xwe beşdarî operasyonê bibin. Ji bo azadiya Şengalê bi hev re têbikoş in û em bi hev re Şengalê biparêzin. Dibe ku Şengal qadeke berfireh be, em dikarin Şengalê biparêzin û çeteyan ji vê qadê derxînin. Ji bo vê jî pêwîste ji aliyê siyasî ve em li hev kom bibin. Girîng e PKK, PDK, YNK, YBŞ û civatên Êzidî li hev kom bibin, bi hev re tevbigerin. Wê demê wê hêzên me bi sê qatan zêde bibe, em ê hîn bêhtir xurt bibin. Eger bi vî rengî be wê Êzidiyên hatine revandin û Şengal azad bibin."
Egîd Civyan da zanîn ku ji bo azadiya Şengalê û civata Êzidî divê hêzên li Şengalê şer dikin û faktorên siyasî li hev rûnên û anî ziman ku ji bo vê yekê jî pêwîste beriya her tiştî daxuyaniyên ji çapemeniyê re tên dayîn, werin terikandin.
Fermanar Civyan destnîşan kir ku rêya herî baş a fêmkirin û çareserkirina pirsgirêkan axaftina bi hev re ye û got, "Eger dijminê me yek be -ji xwe yek e- wê demê divê em jî bibin yek, bi hev re tevbigerin. Qet nebe rewşa heyî û ev pêvajo vê yekê ferz dike. Ev yekîtî dikare demdirêj jî be, demkurt jî be. Lê belê rewşa heyî li benda yekîtiyê ye. Ji ber ku hînê gefa çeteyan li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Lewma divê em li hev kom bibin, bi hev re nîqaş bikin, bi hev re plansaziyeke hevpar derxînin, bi hev re tevbigerin. Eger niha li mewziyên Şengalê hêzên me bi pêşmerge û hêzên Êzidî re li gel hev şer dikin, şehîd dikevin wê demê divê payebilindên me jî vê vînê qebûl bikin û li gorî wê tevbigerin."
Civyan ji bo civata Êzidî ya Şengal terikandiye jî ev bang kir: "Piştî komkujiya Şengalê bi qasî 15 hezar mirovên me Şengal neterikandin û li çiyayê Şengalê li ber xwe dan. Bi rastî jî li hemberî êrîşên çeteyan û mercên zehmet berxwedaneke mezin nîşan da. Piştî ku me bakurê çiyayê Şengalê azad kirin, me xwest civata me ya Êzidî li xaka xwe vegere. Lê bi têrkerî veger çênebû. Em dixwazin gelê me li xaka xwe ya pîroz vegere. Ev yek ji bo pêşeroja Şengalê girîng e. Divê civata me ya Êzidî dest ji xaka xwe bernede û di nava parastina Şengalê de cih bigire."