Civîna 3’mîn Navbera Demê ya 6’mîn Lijneya Giştî ku du roje bi şîara “Ji Xwesertiya Demokratîk Ber bi Yeketiya Netewî” ya KCD didome. Civîn dê bi aşkera kirina encamnameyê bidawî bibe.
Civîna 3’mîn Navbera Demê yaa 6’mîn Lijneya Giştî ku du roje bi şîara “Ji Xwesertiya Demokratîk Ber bi Yeketiya Netewî” ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê li Salona Civînê ya Vedat Aydin ya Avahiya BDP’a Amedê didome. Beşek delegeyên konferansê ji ber sedema kurê Parlementerê BDP’ê Sirri Sakik ku jiyana xwe ji dest da çûn Enqereyê tevlî merasima cenaze bibin. Konferansa ku ji çapemeniyê re girtî berdewam dike, bi “Şîrovekirina pêvajoya siyasî”, “Di derbarê pêvajoya siyasî de pêşkêşkirina dîtin û pêşniyaran”, “Xwendina pêşniyarbiryar û danezan û erêkirin” û “Erê kirina lîsteya meclîsa daîmî ya nû” didome.
Çav li rê ye ku civîn, bi erêkirina encamnameya civînê û axaftina girtinê bidawî bibe.