Xebata ‘Li Tirkiyeyê çîrokên şîdetê’ ku bi vegotinên şahid û mexdurên bûyerên şîdetê hatiye arşîvkirin li ser malpereke înternetê hat weşandin.
Komeleya Lêkolînê ya Navçandan ku xebata Çîrokên Şîdetê yên li Tirkiyeyê û şopandina şîdetê meşand di li ser navnîşana ‘www.siddethikayeleri.com’ hat weşndin. Di çarçoveya xebatê de çîrokê kesên mexdur û yên şahidên bûyeran hatin vegotin. Çîrok di heman demê de bi wêneyan jî tê vegotin.
Xebat bi 13 kategoriyan hat arşîvkirin. Dane ji kesê yekemîn û cerebendinan hatiye vegotin û veguheriye îstîtastîkan.
Li ser navê Komeleya Lêkolînê ya Navçandan Dogu Eroglu ev agahî der barê xebatê de da: “Di xebata Çîrokên şîdetê yênTirkiyeyê de, rêbazeke ku dengê wê li hemû cîhanê bide bihistin tê bikaranîn. Mexdurên şîdet û şahidên wê nêrîn û şîroveyên xwe li ser kaxizekî dinivîsînin û wêne dikişînin. Bûyer di wêneyan de tê gotin. Her wiha bi nûçegîhanên dildar xebat tên roportajkirin.”
Di çarçoveya xebatê de hin navên ku şahidiya xwe parvekirine wihane: “Îbrahîm Yaylali ku dem ali Başûrê rojhilat leşkerî dikir û dîl hate girtin piştre li dijî şer derket, serokên ÎHD’a Stnebolê Umît Efe ku bûye şahidê wendayan û bi xwe rastî îşkenceyê hatiye, Suha Sertabîboglu ku bi ji ber wergera pirtûka Yumuşak Makîne hat darizandin, Mehmet Morali şahidê zextên li ser weşangeriyê, aktîvîsta trans Selay Tunç ku bi dehan carî têkoşîna bê hiqûq ya polîsan biriye darazê, Nevîn Berktaş ku pirtûka wê ya şert û mercên girtîgehê nivîsandibû hat qedexekirin, aktîvîst Osman Akkuş ku bû şahidê dagirkeriya DYA’yê ya Iraqê, Ozan Gundogu yê 6 meh û nîvan ji ber bûyerê Hopayê di girtîgehê de ma.”