Ceyş El Siwar: Çeteyên DAIŞ'ê û Tirk bi hemwext êrîş dikin
Ceyş El Siwar destnîşan kirin ku Tirkiyeyê, çeteyên girêdayî wê û çeteyên DAIŞ’ê êrîşên hemwext li dijî herêmên rizgarkirî pêk tînin.
Ceyş El Siwar destnîşan kirin ku Tirkiyeyê, çeteyên girêdayî wê û çeteyên DAIŞ’ê êrîşên hemwext li dijî herêmên rizgarkirî pêk tînin.
Navenda Ragihandinê ya Ceyş El Siwar têkildarî êrîşên komên çete û dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku hêzên wan bersiveke tund dide êrîşên komên çete.
Navendê diyar kir, piştî bombebarana herêmê kêm bû komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ji bo dagir bikin, êrîşî gundê El-Hisiye û Bendava Şehbayê kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku komên çete yên Operasyona Mertala El-Firat û çeteyên girêdayî wê ji aliyê bakurê bendavê ve êrîş kirin û çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê El-Wehşiye û Til-Midîq êrîşên hemwext pêk anîn, di heman demê komên çete yên Opersyona Mertala El-Firat jî dixwaze gundê El-Hesiye ji aliyê gundê Til Malid ve dagir bike.
Di dawiya daxuyaniyê de jî ev tişt hate gotin: "Hêzên me bi tundî bersiv dide êrîşên artêşa Tirk a dagirker, çeteyên girêdayî wê û çeteyên DAIŞ`ê. Niha derdora bendava Şehbayê û El-Hesiyê şerekî dijwar diqewime."