Li herêmê barina berfê bandorek nerênî li ser welatiyan dike. Rêyên gelek gundan hatin girtin. Li bajarê Çewlîkê ji ber barîna berfê kolan vegeriyan deryaya heriyê. Ji ber berfê li Dêrsimê û navçeya Pulurê rojek û li navçeya Pilemûriyeyê jî 3 rojan navbera dan perwerdehiyêk.
Li Dêrsim û navçeyan berfa 3 rojin dibara jiyanê neyînî bi bandor dike. Ji ber barîna berfê ya zêde riya 250 gunda hate girtin û li navenda Dêrsîmê û navçeya Pulurê rojek û li navçeya Pilemûriyeyê jî 3 rojan navber dan perwerdehiyê.
Li navçeya Pilemûriyeyê sturiya berfê gihişte 50 santîmetreyê. Hate ragihandin ku li gorî barîna berfê dibe ku navber bê dirêjkirin. Li Dêrsîm û navçeyên wê 3 rojin bênavber berf dibare.
Li gelek navçe û Bajaran, ji ber şaredarî û Yekînyên Îdareya Taybet xizmetê baş nake rêyên kolan û kuçeyan tev dibin derya celb û çiravê. Yek ji van, deveran jî Bajarê Çewlikê ku di destê AKP'ê de ye.
Li kolan û kuçeyên Bajarê Çewlikê ji ber barîna berfê ya zêde kolan û kuçeyên Çewlikê vegeriya derya heriyê. Bi taybetî li taxa Kulturê ji ber ku tu tax nehatin paqijkirin her der vegeriya derya heriyê. Li kolan û kuçeyên ku gemar û herî nayê komkirin, mirov nikare derbas bibe.