Çetina di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin

Çetina di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin

Cenazeyê jina bi navê Ayza Çetîn ya 39 salî ku di encama bombebarana balefirên artêşa Tirk li nêzî Geliyê Tiyarê ya Çelê de jiyana xwe ji dest da hate difinkirin.

Cenazeyê jina bi navê Ayza Çetîn ya ku duh di encama bombebarana helîkopterên artêşa Tirk ya nêzî Geliyê Tiyarê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê hate definkirin. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Çetîn ji Wanê anîn Colemêrgê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Çetîn bi tevlîbûna rêveberên BDP'ê û gelek welatiyan li Goristana Serê Solan hate definkirin.

Piştî cenaze hat bajar esnafan dikanên xwe girtin û tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî definkirina cenaze li Mizgefta Çatal ya li taxa Daggul ya Colemêrgê konê şînê hate danîn.