Çeteyên DAIŞ'ê li Viyanayê hatin protestokirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Serêkaniyê û Til Temirê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Serêkaniyê û Til Temirê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Mîtînga ku ji aliyê Nûnertiya PYD'ê ya Awûstûryayê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin li yek ji cihên herî tûrîstîk ê bajêr li Stephansplatzê pêk hat. 

Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û bi qasî du saetan dewam kir. Di çalakiyê de flamayên PYD, KCK, YPG/YPJ hatin vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de ji bo agahdarkirina raya giştî belavoka bi Elmanî hat xwendin û li derdorê hat belavkirin.