Çeteyên DAIŞ'ê ji 7 gundên li dora Mexmûrê vekişiyan

Operasyona Mûsilê ya hêzên Iraqê ji 4 baskan ve dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê ji 7 gundên li dora Mexmûrê vekişiyan.

Çeteyên DAIŞ'ê ku li aliyê başûr û başûrrojavayê Mûsilê du bajarokên girîng û bi dehan gund ji dest berdan, nîvê şevê ji 7 gundên li dora Mexmûrê jî vekişiyan. Çavkaniyên leşkerî yên li herêmê gotin, çeteyên ji gundên Mêkuk, Seydawe, Xebate, Xinêsat, Xalîdiye, Sellaḧye, Zenawêr vekişiyan e, li gundê Sûltan Ebdullah dicivin.

Hêzên Iraqê bi taybetî li eniyên başûr-başûrojhilat bi pêş ve diçin. Li aliyê rojava jî şerekî dijwar diqewime. Li aliyê bakur jî, duh bi şev gundên Naveran, Barime, Batne ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatin derxistin. Vî baskê opeasyonê gundê Batnaya jî kontrol kir û ber bi başûr ve diçe.