Çeteyên DAIŞ’ê 7 gundên din jî radest kirin

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Şehbayê 7 gundên din jî radestî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê kirin.

Çeteyên DAIŞ`ê duh gundên Iyûn, Xirbe, Berhan, Tenûze, Qerkelbîn, Elwaş û Silsane ku dikeve Başûrêrojhilatê bajarê Ezazê, radestî çeteyên Tirkiyê kirin. Radestkirina gundan bê ku şer di navbera herdû aliyan de derkeve pêk hat.

Çavkaniyan raghandin ku çeteyên Tirkiyê ji bo îdîaya bikin ku li dijî çeteyên DAIŞ`î şer dikin, tenê malên sivîlan ên ku ti kes têde tune ye topbaran dikin.

Balafirên şerê yên artêşa Tirk a dagirker û balafirên Koalîsyona Navnetewî di 5`ê Cotmehê de komkujiyek li gundê Silsane pêk anîn. Di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyekî din jî Artêşa Şoreşgeran îro bi daxuyaniyekê raghandin ku bi sedan ji çeteyên DAIŞ`ê ji gelek eniya bejahiya Helebê vekşandine û berê xwe didin eniyên şer ên li Um Qura û Um Hoş ku hêzên Şoreşger li wirin.